Geh yekşem geh duşeman
Êvar yan jî sibeh, nav rojê u şevan
Li dojehê yan jî navîna bihuştê mêvan
Wekî evindar dişibin hev bi zend u zên
Ez û tu , em ê tevhev razên
Geh pêr u pêrar bu, geh sibetir
Keseka'm nîn e ji te bêtir
Ev dil di destê te de dihewe
Tenya ligel dilê te yî xem dixewe
Mîna berê, heta ji berê zêdetir
Ez û tu, em ê tev hev razên
Ev evîna min a bêdawî û bêçe
Asîman li ser me germoşka xalîçe
Dest u milê min carekî din te dipêçe
Çendin ji te hez kim, ewqas bi hezî
Heta heta yê eger tu bixazî
Ez û tu, emê tev hev razên
NİVÎSKAR: LOUİS ARAGON
WERGER: Simon Suleymanî
(Rêveberê Akademîya Pakurdê)