Ehmedê Xasî heta mirina xwe li Hezanê dijî, sê caran dizewice û ji jina xwe ya dawî xwedî qîzekê ye. Ehmedê Xasî zimanên Erebî, Tirkî û her du zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Zazakî baş dizane.
Di 18ê sibata 1951ê de li Hezanê jiyana xwe ji dest dide. Gora wî li Savatê ye.
Mewlûda Nebî tam pênc caran tê amadekirin û Latînîzekirin.
Transkrîpsiyon û latînîzekirina herî pêşî di sala 1985an de ji aliyê Malmisanij ve tê kirin û di kovara Hêvî de tê weşandin.
Latînîzekirina duyemîn di sala 1994an de bi destê Mihanî tê kirin û ji weşanxaneya Firatê tê çapkirin.