Îşev qetla min helal e Li ser bircên Amedê Di bin çend stêrkên welêt de
Min bi serserkî berdin xwarê
Bila stûyê min ji nermiya hewayê bişkê
Ne ji hişkiya erdê Îşev qetla min helal e Kevirekî bi piyê min ve girêdin
Û min berdin bin behra Wanê
Bila goştê min bibe zirav
Ji kefalên rengesmer re Îşev qetla min helal e
Herdu çavên min birêjin
Û bikin du şînok
Yekî bi deriyê me ve kin
Yê dî bi sîngê zarokên Şengalê ve
Ger hebe daxwaziya min ya dawî
Ji bo Xwedê û hemî pêxemberan
Çend stêrkan biguvêşin
Ji asîmanê welatê min
Û li ser sîngên helepçê
Binuqutînin lêvê min.
RÛBAR ELÎ