Ey dayika şirîn û rind û delal
Te ez mezin kirim bi şîrê zelal
Tu her roj min amade dikî li mal
Ji bo pêşxistinė, bûyî pişt û pal
Ey dayika xoştiviya dilovan
Min dixemilînî bi cil û bergan
Bi ramûsan min dişînî dibistan
Da nebim paşketi, paşverů, nezan
Da ez zana bibim xwidanë rûmet
Ciwanek pêşketi bi hêz û serwext
Wekî bab û kalan nemînim bindest
Ez dixwazim bibim azad û serbest