Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

244 syf.
9/10 puan verdi
·
Beğendi
·
23 günde okudu
Momeste Rênas wekî her carî dîsa zimanê xwe yê helbestî û arî û hêstiyarî di vê pirtûkê bi navê Spîtamayê de jî nîşanê me dide. Di aliyê din de jî kesayetên ku di dîrokê de hatine jibîrkirin bi bîr tînê. Bi piranî li ser kesayeta Spîtama (Zerduşt) disekine û tê dîtin ku fikir û ramanên Spîtamayî di rewşekî zor û zehmetîyê de çawa meşandiye bi me dide jiyankirin. Her pelên pirtukê peyamekî taybet û girîng e ji bo xwendevanan re . Slogana wî ya herî navdar ; ramanên baş, gotinên baş û kirinên baş e ku ev slogan ji bo rizgarbûyîna civakê re têgehên girîng in û divê her mirov bi wan têgehên re biponijin.. Ev her sê peyv di nava rûpalan de tê dîtin ku di nava xwe de têkiliyekî sîmbiyotîk çêdikin. Kengî raman nebaş be, di gotin û kirinên de xetereyekî derdikeve ku ev jî neyîniyan rêz dike... Bi rastî jî mirov kengî naveroka pirtûkê dinêre, ji ol zêtedir felsefe dibîne, cûdatîya ol û bawerî dibîne û diyalektîka xweza û jiyan û mirov dibîne û her wekî din. Tiştekî pir balkêş heye ku ev pirtuk ecizbûnî çênake. Hem ziman, hem gotin, hem jî fikra wî, mirov naêşêne. Min xwend. Ez pir kêfxweşbûm hûn jî bixwînin bi kêfxweşbin :)
Spîtama
SpîtamaRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201827 okunma
··
200 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.