Gönderi

++1 Weke Encam:
Em di vê xebata xwe de li ser hin mijar û pirsgirêkên di romana Qasim Pîro a bi navê Lerzê sekinîn. Me dît ku Pîro, bi hesasiyet, bêyî bikeve nav vegotineke ezber û dûrî rihê jinan trajediya jineke têkçûyî, bi zimanekî rehet, herikbar, lê bi devoka Torê vegotiye. Di heman demê de me dît ku serpêhatiyên nivîskar jî çawa dikarin bibin benên hunandina romanê. Bi ser de jî me dît ku nivîskar mêr bê çawa dikare hin parçeyên otobiyografiya xwe bi hostayî li bejna karaktereke jin bifesilîne. Her welê me hin problemên ji romanê re dibin kêmasî jî li gorî zanîn û nêzikatiya xwe şirove kirin. Elbet em dizanin, her xwendin derînên din li hişê me vedikin. Ez welê bawerim romana Pîro hîn gelek caran dê bête xwendin û her di xwendineke nû de dê şiroveyên din lê bêne zêdekirin.
Sayfa 91 - Nûbihar
·
132 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.