Gönderi

+ Romana şêrê çiyayên Pîranê: Jiyan û têkoşîna Şex Evdirehîm / L.Polat
Romannivîs M. Seîd Temel neynika xwe li A ser demekê digerîne, dîmenên demeke, bûyerên dema nêzîk a parçeyek ji dîroka berxwedana netewa Kurd bi hunera romanê radixe ber çavan. Piştî serhildana Şêx Seîd Efendî li bakurê Kurdistanê berxwedana hevalên wî yên çekdar domiyaye û li gelek deweran li hemberî artêşa dewletê şerê çekdarî berdewam kiriye. Têkoşîna Şêx Evdirehîm di nav gelê Kurd de tim dihat qalkirin, xelkê pesnê mêranî, mêrxasî û lehengiya wî dida, stranbêjan li ser wî kilam, stran digotin. Niha jî têkoşîna wî bi şêweya hunera romanê ji alî hêja M. Seîd Temel ve hatiye nivîsîn.
Sayfa 92 - Nûbihar
·
94 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.