Di romanê de zalimî, zilm û zordariya yuzbaşî Elî Barûd tê qal kirin. Bapîrê min jî tim behsa vî fermandarê Tirk ê zalim û xwînxwar dikir ku çawa li navçeya Licê li xelkê zilm kiribû. Vebêjê romanê ji bo yuzbaşiyê artêşê weha dibêje: "bi serpiriştiya qumandarên zalim sosretek e ku hatiye serê gel. Yuzbaşî Tahsîn, bînbaşî Elî Barûd, bînbaşî Elî Heyder, Kemalê Dîn, Fikretê Bêeqil, Mistefa Muglalî gelek qumandarên wekî wan, jin û zarokên xwe li welat hiştine, hatine xerakirina welatê Kurdan.
Li dora Licê heta nêzî bajarokê Pîranê navê bînbaşî Elî Barûd ji ser zimanan danakeve, her kes behsa wî û zalimiya wî dike... bi ser gundan de digire, avahiyan dişewitîne, sewalan dişewitîne, kesên ku zeft dike gulebaran dike yan jî bi qesetûreyan dikuje... kesên ku dikuje wan jî dişewitîne, gelek caran însanan bi saxî diaxêje nav agir...