1- çi dibe bila bibe ewil bi fêrbûna tîpan dest pê bike. Zimanê Kurdî zimaneke axaftinê ye ji ber vê tîp piçekî giran in.
2- xwendin, bi tekstên hêsan ve dest pê bike. ( Pêşniyaza min pirtûkên Mehmed Uzun gelek nerm û herikbar in)
3- nivîsin ( ceribîn); divê her carekî kurt bi kurt hevokan birêsî û vê bara nezaniya tîpan li ser mêjiyê xwe biavêjî.
4- hêdî hêdî derbasê rêzimanê bibî lê divê ast bi ast. Hin caran dibe ku tu vê gotinê bibêjî " ma ew qas asta min kêm nîne ez van mijaran derbas bibim" lê teqez wisa neke di hemû gavan da xwe baş fêr bike û derbas bibe. Di Kurdî da her xalek girîng û taybet e.