Ji van bûyeran tevan, tiştê ku ez pir pê diêşandim, ew kaxeta ku wan zebanîyan danîbûn ser laşê wê û tê de gotibûn "De encama jiyana hemû dayîkên wan ermenên çolê wisa be!" Kurê min î Quranxwendî ku tada wî negihabû ajalekî çolê, bûbû ermen ,bûbû terorîst! Eyşoka min jî bûbû dayîka ermenan ,ew zebanîyên kujer jî bûbûn musulman!