"Jiyan bi xweşî û nexweşîyan ve mişt e; jiyan têkoşînek e, têkoşîneke bêdawî û berdewam e. Gava tu teslîmî têkçûnên jiyanê bûyî tu ê têk biçî lê heke tu li ber xwe bidî tu ê bi ser bikevî. Hêzeke xurt ya xweparastin û biserxwevehatinê bi mirovan re heye."