BÊRÎKIRIN
Îşev min gav avête şevê
Û bi dilopên baranê re meşîm
Bi stranên baskên çûka re
Li giriyê çinarekê min temaşe kir
Wexta
Xeyaleke stûxwar mijankên min şil kir
Li kolanên vî bajarî
Ne tu hebûyî
Ne jî kulîlkên bi reng hebûn
Tenê di nav piyên min de
Çend pelên zer û çilmisî hebûn
Û bêrîkirineke wek ku
Destên min
Li xêmzên xwedê bikevin wilo germ hebû
Esma Onat