Gönderi

124 syf.
·
Not rated
Sîdar Jîr di vê romana xwe de wekî “Rûyê Nas” behsa xwe dike û li ser şerê kobaniyê dinivîse. lê çiqasî ji bo kurdekî zehmet be jî bi awayekî propagandawarî û hestiyarî nêzîkê meselê nebûye. Camêr li cihê xwe rûniştî û ji dûrve ev roman nenivisiye çûye sînor û gelek tiştên xedar bi çavê serê xwe dîtiye lê dîsa jî wî nehîştiye hest û ramanên wî tikevine pêşiya honaka romanê. Sîdar jîr herba 9 sal berê li deşta beraziyan qewîmî, li ser xaniyê evina Şoreş û Esmerê ava kiriye, wesiyeta lehengê xwe aniye cî û dest bi şerê xwe kiriye bi pênûsa di mista xwe de. Wekî min li jor jî got nivîskar zimaneke propagandîst tercîh nekiriye (belkî jî bo ziman, honak û bandora berhemê qels nebe tercîh nekiriye, nizanim) lê ez ne nivîskarim ji ber wê dikarim slogana xwe bavêjim. “Bijî şoreşa rengîn û gulgulî li hember ewrên reş û tarî”
Duşema Rengîn
Duşema RengînSîdar Jîr · Ziz Yayınları · 04 okunma
··
215 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.