Binêr dîsa bû şev
Û dîsa tu nehatî Otobêsa yazdehan jî derbas bû
Tu jê peya nebûyî
Nizanim
Nizanim bê ka min çi kiribû bi qederê Qederê ev hanî serê min
Bû sêzdeh sal e
Li ber vê pencerê
Li benda hatina te me
Û dîsa tu nehatî
Weka çar hezar û hefsed û çil û pênc şevên din
Ji çar hezar û hefsed û çil û pênc xêzikên li ser dîwarên odeya min dîyar e
Lê ez ê tim li ber vê pencerê bim
Û dîsa li benda te bim
Li benda otobêsa yazdehê şevê bim
Wê rojek tu werî
Û destê xwe ji min re bihejînî