Gönderi

Min cihekî girîng di dinyayê de negirtibû. Bêyî min cîhan bi awayekî herî rind bi rêve diçû. Bêyî min tiştan jiyana xwe û maneya xwe wergirtibûn. Min hest nedikir dûrketina min tu birîn li ser jiyana tu kesî li pey xwe hiştiye. Piştî bîst û yek salan ez piştrast bûm ku Seryasê Subhdem jî jiyana xwe dijî. Ez piştrast bûm Seryasê Subhdem jî wek hemû mirovên din bawer dike ez mirime. Heta sala dehan a zindanê jî hêviyeke min a tenê hebû. Ew jî ew bû ku ez çend deqeyan Seryasê Subhdem bibînim û piştre bimirim. Lê rojekê ez ji xew rabûm û min dev ji vê hêviyê jî berda. Piştî deh salan ji hev dûrketinê, her hevdîtinek hevwindakirineke din e.
Sayfa 16 - Avesta
·
29 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.