Gönderi

Pencereya Yanzdehan
Madem di kufr û şîrkê de zor û zehmetî û êş û janên bêhed hene. Helbet ew rê muhal e, rastiya wê tune. Madem di tewhîd ê de, hêsanî û rihetiyeke bêhesab heye ku ew jî muwafiqê hêsanî û pirbûn û rindbûna seneté di xulqiyeta mewcûdatê de ye. Helbet ew rê wacib e, rasteqîn e. Îcar ey ehlê dalaletê yê bedbext! Binhêre, rêya dalaletê çiqas reştarî ye û bi êş û elem e! Ma çi derdê te heye ku tu ji wir re diçî? Hem binhêre, rêya îman û tewhîd ê çiqas hêsan û aram e! Bikeve wir, rizgar be.
·
19 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.