Gönderi

Piştî amadekarîya du-sê salan PKKê bi Sûrîyê re li hev kir ku dest bi şerê çekdar bike. Di wê nabênê de di sala 1983yan de di nav PKK û PDKya Başûr de protokelek hat îmzekirin. Min ev protokol di wê demê de wisa nirxand, "Her du rêxistin ji di nav rêxistinên Kurdistanî de bi tené manin, bi tu grupen din re pêwendiyan wan tuneye, sedemeke vê protokolě ji ev tenébún pën Têkilîyên tu grupên Bakur bi PDK-Başûr re tunebún ber du alî jî ji hev dûr disekinîn, grupên Bakur hemû thân, her bûn, PDK jî li dijî komunizmê bû. Têkilîyên PDK-Başınınisa bi grûpeke Sûrîyê re hebûn, ew grûp wek Cimeta Kemal dihat has kirin. Têkilîyên PDK-Başûr bi Rojhilat re jî tunebûn, heta dijberîyeke xurt hebû di nav wan de, dihat gotin ku İdris Barzani bị têkilîyên xwe yên bị Îranê re bi PDKya Îranê re şer dike, gelek kadroyên Rojhilat kuştibûn jî. Ji ber van sedeman PDK-Başür bi tenê bû, her wisa PKK jî bi tenê bû. Li herêma Botan-Bahdinan ne PKK ne jî YNK hebûn, ev herêm di bin desthilatiya PDK- Başûr de bû. Ez difikirîm ku sedemek jê jî şikandina vê tenêbûnë bù, lê dîyar e ku sedema esasî ew cepheya ku li paş e; Sovyet, partîyên komunîst ên herêmê, dewleta Sûrîyê, Filistînî û hwd. Ji bo ku PKK dest bi şerê çekdar bike, ferz bû ku bi PDK-Başûr re têkilîyan ava bike. Di sala 1983yan de ev protokol hat îmzekirin û êdî dihat gotin ku şerê çekdar ê dest pê bike. Di vê rewşê de divê em vê yekê jî bînin ziman; têkiliyên PKK, PDK-Başûr û YNKê yên bi dewleta Sûrîyê re, rê lê vedikir ku mesela netewî ya Başûrê Piçûk li derveyî rojevê bimîne. Tu kesî peyva "Kurdistana Sûrîyê” bi kar nedianî, digotin "Kurdên Sûriyê". Dibe ku min berê jî qal kiribe; Muxaberata Sûriye hewl da ku bi navê "Birûsk" grûpekê ji Kurdên Sûriyê ava bike, wateya "El Saîka" Filistînîyan jî birîsk e û Sûriyê ew grúp ava kiribû. Paşê me fahm kir ku xwedîyê xanîyê me jî bi wan re dixebite, belavoka vê grûpê di radyoya PDK-Başûr de hat xwendin. Ev yek bû sedema niqaşan jî; "Ev grûp muxaberata Sûriyê bi xwe ye, ji bo çi belavoka vê grūpē di radyoya we de tè pwendin?". Lê dihat qebûlkirin ku ev ji lazim e, dewleta Sûriya piştgirîya me dike, Mesud Barzanî jî tê vir û diçe, divê em ji hineki alikariydike, Mesid Benin u ji bo Kurdên li vir zore nedin dewletê. Helwesta PKKê jî di vî warî de wisa bû. Gava ku PKKê di sala 1984an de dest bi şerê çekdar kir, PKK ne bi serê xwe bû, hek piştgirîya Mesûd Barzanî tunebûya PKKê nikanîbû dest bi şer bikira. Çalakîyên şer yên PKKê yên destpêkê hek ne alîkarîya lojîstîk a PDK-Başûr bûya bi ser nediketin. PKKê bi rêberî û alîkarîya pêşmergeyên Barzanî dest bi şer kir. Ji xwe ew protokol jî ji bo wî şerî hatibû îmzekirin. Êdî kadroyên PKKê li wê herêmê bi cî dibûn, gerîlayên ku li nav Filistînîyan perwerde bûbûn diçûn wê herêmê. Destpêka vî şerê ku di 1984an de dest pê kir, wek ku dewleta Tirkîyê biryar dabe ez qebûl nakim û rast nabînim. Li gor ku min dît, PKKê di cepheyeke din de û li dijî dewleta Tirkîyê dest bi vî şerî kiriye. Ew perîyoda berî derbeyê ku PKK di kontrol û manîpulasyona dewleta Tirkîyê de ye tiştek e û divê wenî bê nirxandin, lê perîyoda salên 1980-84an tiştekî din e. Ji 1984an pê ve jî perîyodeke nuh dest pê dike û li hember dewleta Tirkîyê ye.
Sayfa 208·Kitabı okudu
·
108 Gösterim
1 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Silav, gelo pdfa vê pirtukê li ba te heye?
Welat Boran
Gönderi Sahibi
Mixabin keka