Gönderi

Têkçûyîna Ronakgeriyê li hemberî Baweriyê
Puan vermedi·195 syf.··
2024 93. kitabı
·
13 günde okudu
·
Okunma: 20 Ağustos 2024 23:51
Mamosteyekî îdealîst, civakeke kevneperest, têkçûyîneke absurd... Bavê çîrokan, rexnegirê rexnegiran, hilweşangerê gewre Hesenê Metê vê berhema xwe di ava ronakgeriyê de, bi sabûna sekulerîzmê dişo û li ser dirikên baweriyê radixe. Li gorî Eagleton ronakgerî îdeolojiya sereke ya modernîzmê ye. Ev îdeolojî Xwedê ji navendê radike û takekes/aqil dike şûna wî. Bi vê pênaseyê ve dikare bê gotin ku ronakgerî di nav xwe de sekulerîzmê jî dihewîne. Lewra Charles Taylor di pirtûka xwe ya bi navê A Secular Age (Serdema Sekuler) de dibêje sekulerbûn ew tişt e ku hebûna Yezdan êdî dibe meseleya nîqaşê. Ango tişta ku berî nedihat fikirîn êdî dikare bê lêpirsîn. Bi kurtasî bi derketina van têgehên modern re dîn ji ser dikê peya dibe, bi awayekî dî, ji qada giştî vedikişe, êdî wek têgeheke sîwan nayê dîtin. Lê belê divê ev jî neyê jibîrkirin ku ronakgerî yan jî sekulerbûn ne ew têgeh in ku li hemberî dîn bisekinin, di esasê de ev têgeh bi giştî li hemberî hemî baweriyên "serxwezayî" derdikevin. Vêca em di berhemê de honandina van têgehan binêrin. Di navenda romanê de em mamosteyekî îdealîst, mamoste Kevanot dibînin ku ji bo karê mamostetiyê çûye gundekî ku ji aliyê baweriyên pûç ve hatiye pêçandin, bûye wek "labîrentekî" ku jêderketin ne gengaz e. Di serî de dema mamoste çavdêriya jiyan, çand û baweriya vî gundî dike dixwaze bi wê "zanîna" xwe ve gundiyan ji wê jiyana feodal, kevneperest, nezan û bawerpûç xelas bike, berê wan bide rêya ilm, zanîn û pêşketinê ku di navendê de "hiş" heye. Lê mixabin di dawiya berhemê de em dibînin ku ev mamosteyê îdealîst nikare bigihîje mirazê xwe; di encama kelevajî de mamoste jî dibe yek ji wan gundiyên dîn (di berhemê de gund ji aliyê lehengekî alîkar ve wek gundê dînan tê pênasekirin), herçî edet û toreyên ku mamoste di serî de wek paşdamayîn dibîne, di dawiya berhemê de em dibînin ku yek bi yek wan edetan tîne cih (wek mînak nêçîr û kuştina heywanan). Li vir em dibînin ku îdealîzma mamosteyê ronakger/sekuler li hemberî çand û civaka feodal têk diçe. Dikare bê gotin ku ev bertekeke postmodern e Hesenê Metê di vê romana xwe de nîşan daye. Lewra rewşeke kelevajî heyî ye. Bi awayekî dî, nivîskar zinarek avêtiye panzêra modernîteyê :) Ji hêla leheng ve jî mînakeke cuda heye di berhemê de. Li gorî E. M. Forster du cure leheng hene: lehengên dûz û yên gilover. Lehengên dûz di nav berhemê de hîç naguherin, di serî de çawa hatibin pênasekirin heta dawiyê jî welê tevdigerin; lê belê yên gilover di nav berhemê de diguherin, bi berevajî pênaseya profîla xwe bertekan nîşan didin û xwendevanan diheyirînin. Lehengê me mamoste Kevanot jî bê guman lehengekî gilover e. Em li ser nesekinîn lê divê bi hevokekî ve jî be em behs bikin ku di vê berhemê de bandora "mekan"ê li ser lehengan gelek e. Ji xwe ji navê pirtûkê jî diyar e, labîrent mekaneke girtî ye û ev cure mekan ji yên vekirî zêdetir bandorê li derûniya mirov dikin. Gundê ku mamoste lê ye jî wek labîrentê wezîfe dibîne, heta di dawiya berhemê de em dibînin ku êdî lingê serleheng li bajêr nakeve lewra nikare ji labîrentê derkeve (ji bo meseleya mekanê pirtûka G. Bachelard a bi navê Mekanın Poetikası çavkaniyeke xurt e). Dil dixwaze li ser van têgehan û cihgirtina wan a di berhemên kurdî de çendîn rûpel nirxandin binivîse lê belê xwînxwarên edebiyata me konformîst in di konfora xwe da dimîzin, em serê kesî neêşînin :) Xwendinên xweş û belaş para we bin!
Labîrenta CinanHesenê Metê · Avesta Yayınları · 200095 okunma
··
697 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.