Puan vermedi·168 syf.····Okunma: 28 Ekim 2024 22:46 "Cama paca min hejiya, ji gurmîniya xûnavê ku ji pela şîn ket ser axa şil."
Merheba. We niha çîrokek xwend. Belê belê çîrok. Erê wîîî, ji hevokekî pêk tê. Ma nabe? Çima fîl jî difirin?! :)
Di serdema teknolojî, takekesî û lezgînîyê da her tişt bi bayê bezê diqewime, belav dibe û bi heman bezê tê jibîrkirin. Saet heman saet e, lê dem têra kesî nake. Ti tişt nîn e ku li ber vî bayî nekeve, her wiha edebiyat jî; lewra wextê kesî tune ye ku rûnê, nivîsên dûdirêj bixwîne. Wek tê zanîn, ji nûjenîyê alternatîfên cihêreng dizên, edebiyata me jî serê xwe danî, jê ra alternatîfeke qerqaş bû: çîroka mînîmal.
Çîroka mînîmal di dawiya sedsala bîstan da derketiye û di nav demeke kurt da li edebiyata cîhanê (têgeheke derew) belav bûye. Nivîskarên wek Edgar Allan Poe, Alice Munro, Julio Cortazar, Flannery O'Connor û hwd. ku her yek ji wan bi kurteçîrokên xwe va têne zanîn, serê xwe zêdetir bi çîroka mînîmal va êşandine. Ev cureya çîrokê dibe ku ji hevokekî jî pêk bê (wek me li jorê jî nîşan da), dibe ku rûpelekî tije bike, lêbelê ti armanca wê tune ye ji bo xwîneran. Ne dixwaze şîretan li me bike, ne dixwaze behsa rêzebûyeran bike, ne serî heye ne jî binî :) ew rasterast dixwaze bi herî kêm peyvan ve gelek tiştan ji me ra vebêje, tesîreke tîr li ser me bihêle; wextê me negire lê me ji xwendinê jî bêpar nehêle.
Dibe ku ji we hin kes bibêjin em çima nabêjin kurteçîrok, mînîmal çi ye îjaa filan bêvan. Kurteçîrok bi xwe teqabilê "short story" dike, lê tişta ku em behs dikin "short-short story" ye, ango ji kurteçîrokê jî kurtetir, çîroka herî kurt e.
Ev berhema li ber destê me jî mînaka vê cureyê ye, bi temamî ji çîrokên mînîmal pêk tê; çîrokên ku ji yek hevokekî pêk tên jî hene, yên ji rûpelekî zêdetir jî. Her çiqas ez çîrokên tê da zêde serkeftî nebînim jî, ev berhem ked e, ceribandin e, nimûne ye. Ji ber wê, hêjayê nirxandinê ye.
Di pirtûkê de, çîrokekî bala min kişand, çîroka bi navê Sond (r. 104). Di çîrokê da, tê behskirin ku esker digirin ser maleke kurdan, di wê malê da zarokeke biçûk jî heye, keçikek e. Dema li ber çavên wê li bavê wê dixin, bang li eskeran dike û dibêje "Li bavê min nexin! Sond dixwim ez ê careke dî nebim kurd!"
Dema min ev çîrok xwend, fîlmek hat bîra min ku min deh sal beriya niha temaşe kiribû. Fîlma bi navê Hotel Rwanda (2004). Di vê fîlmê da jî sehneyeke eyn vê çîrokê hebû. Fîlm behsa şerê navxweyî yê hutu û tutsîyan dikir. Dema hutu digirtin ser maleke tutsîyan, eyn di wir da jî keçikeke biçûk lavayê eskeran dikir û digot, me nekujin, soz didim careke dî ez ê nebim tutsî. Kêm zêde wiha di bîra min da maye. Werhasil me berê jî gotibû: mêtingerî derdekî hevpar e.
Wek gotina dawî dixwazim reklameke biçûk bikim:) kovara "Kurdeçîrok"ê heye ku ji bo edebiyata me, di vê serdema lezgînîyê de nimûneyeke pirr baş e û karê xwe jî bi serkeftî didomîne. Herçî ji çîrok, kurteçîrok û çîroka mînîmal hez dikin, dikarin vê kovarê bişopînin û bi berdewamî bixwînin. Vê kovarê, hejmara xwe ya sêyemên jî ji çîroka mînîmal ra veqetandiye, meriv dikare li mînakên vê cureyê binêre di wê hejmarê da.
Heta nirxandineke din, bimînin nav çîrçîrçîrokan da!