Puan vermedi·56 syf.····Okunma: 06 Aralık 2024 00:12 Helbestên rindik û kubar bi hesta "ez" ê bo yarê deng dike . Dengekî ne bilind e ; ruhê dengî tijî xem û êşe . Mîna ku barê çend û çendî sala "ez" ê hilgirtîye ser milê xwe . Atmosfereka hiznî bi ser helbestan da girtî ye, di dawî ya gelek helbestan da "ez" dev jê ber dide hêvî nîne ji yarê û yaranê.
' îro ku wiha payiz im
bo min biharê nebêje '
...
' lew ji axeke wiha sar
darên hêvîyê hêşîn nabin !'
...
Ruhê hestan çilmisî ye ; helbet helbestên hestê kurdî berz/bilind dikin jî hene lê ew jî di bin wê çilmisîna hestan da zêde olan nadin . Lê dîyare paşxaneya zanînê xurte , ji mîtos mêjûyê neteweyî agahdare . Bi xweşikî li helbestê pêçaye . Ema endîşeya "ez" ê heye gotinê dirêj û kûr nake , dişibe kilêşeyên heyî .
Helbestên PIRTÛKA BARANÊ ji bo pêşeroja helbestkarîya armîn temerzade hêvîyeke xurt dide me . Dê "ez" a wî helbesteka baş biafirîne.