Gönderi

ÇÎROKÊN NE ÇÎROK,AN JÎ ÇÎROKÊN NEÇÎR'ok
1/10
·70 syf.··
2024 26. kitabı
·
5 günde okudu
·
Okunma: 11 Aralık 2024 10:17
Nivîskarê me'y cîwan Dilbirîn Dilo ,berhema bi navê Çîrokên Neçîrok,cara yekeme xwe berdaye nav behra kurteçîrokan. Çawa ku di navê de jî eşkereye çîrokên neçîrokin. Ango min kirû nekir nekete kirasekî. Kurteçîrokan kurttir. Deqeçîrokan dirêjtirin. Helbet ne tenê bi vî awayî, gelek hêmanên xweve jî nakeve kirês. Li ser vê esasê em dikarin bêjin ceribîneke. Hema bêje hemî çîrok bi devê "ez"ê hatine nivîsin, û diyalog di navde pirin. Wek Çîroka Tenûra Gund; Çîrok zêdetir bi diyalogan pêk tê. Niviskarê me an dudile an jî culet nekiriye metleba xwe bibe serî. Dike hemî gotegotên gund, ên herî eşkere bigire heya ên herî nepenî bîne berdest. Ew buyerên li ser tenûra gund tên jiyîn an jî xeberdan bine berdest, helbet ev yek gelek balkêşe. Ji ber ku kesayetê yekem ê çîrokê tenure,her tişt bi dilekî rehet bal tê jiyîn an jî xeberdan. Niviskar qada xwe pir fireh amadekiriye. Lê bi min honak pir baş nehatiye sazkirin. An ê ser gotegota biçuya an jî ê li ser qewimînên herî nepenî. Me'y ( xwêner) bigota çîrokek li ser erotîzmiye an jî çîrokeke gundan a " fesadiyê"ye. "Xwedayê Zarokan" dîsa bi diyalogan pêktê. Wek qedeçîrok Kurt û Kurmanciye.Deqeçîrok kurte û qul û birîna Kurdbunê bi çavê zarokekî tîne ziman.Dema tu xwediyê axeke,di bin zordariya dagirkerde bî, edebiyat jî bi rengekî tunt û rasterast rû dide. Çîroka me jî a sêyemîn jî wusane.Em bi vê çîrokê têne ser "Bextê me'y reş , felek mera xayine" de. Niviskar gelek aliyan ve ketiye xeteriyek mezin. Jiber ku çîrokên xwe bi şêwaza rasteqîn lêkirye. Taybetî di mesela jinê de dualîbûm dertê holê. Yek bêje bi hijmendiya baviksalarî hatine lêkirin. Ê din bêje rastiya civakêye. Ev xeterî di warê erotîzm û pornografiyêde jî ru dide. A rast di navbera van herdû têgehan hertim xêzeke zirav heye. Niviskar jî ew rîsk daye ber çav, û çîrokên xwe lêkirye.Hertim li pey vegotina evîneke qerase û nelirê, ê civakêye. Evîna mele û keça gundî, a du kesên qet navê hev nizanin, a du mêran û mêrê zewacî û jina bimêr. Ev têkilêyên ne li gor civatê ve, dike alî wanê hestî derxe pêş bi awayekî wan bide qebûlkirin. An jî nêrina civatê rexne bike. Ji ber ku berhema çîrokan a yekeme bawerim hinekî kelecaniye. Gelek hêmamê civatê xistiye mijara xwe. Ji tirsa fêm nekirine hertim ta bi derzîdike. Ev yek jî nahêle xwêner ew şiverêya xwe çêkirye de here. Mirov dikare bêje ziman xave, vegotin jî heta bêjî xweruye. Bi vî hawî çîrok serî didin serhev, berbî dawive diçin. Her ku diçe çîrok dibin çîrok. Taybetî çîroka Portreya Nîvçe de, pirskirêka honandinê hema bêje qet nemaye. Alî mijar û naverokê ve serkeftiye. Ji ber wê,bi min çîroka herî çîrok, çîroka herî serketiye.
Edebîyata Kurdî
Çîrokên NeçîrokDilbirîn Dilo · Weşanên Na · 20243 okunma
··
468 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.