Arjen Arî- Efendîno
Efendîno… Rahêjin teşkên xwe Rahêjin kincên xwe Postalên xwe Û şivqeyên xwe Ciyê we hebe li ser vê axê Û we çi anîbe bi xwe re Teng Top Tifing Teyare We çi ava kiribe Dibistan Qereqol Dadgeh Û hepsên bêdergeh Zîndan û asaggehên têrguneh Û zinên xwe jî esseh Efendîno Zaroyên xwe jî Hebin pîç û bêjiyên ji xwe jî Û kûçikên xwe jî bibin Pisîk û çivîkên xwe jî Û ala xwe jî ji bîr mekin Efendîno Ala xwe jî Tiştekî Tiştekî nehêlin ji kerema xwe Hûn ê biçin Hûn ê pişta stûyê xwe bixrunîn biçin Hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin Biçin Berî kuç û kevir di we werbin Biçin Berî ku dayikên kitanspî Tû bikin serçavên we Û hêj ku agir vêneketiye j’agir Hema niha Vê kêlîkê Ji vir Rahêjin teşkên xwe Û biqeşitin Efendîno.. ARJEN ARÎ-EFENDÎNO Her tim bi rêz
Kurdî
··
1 +1'leme
·
1.288 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.