Gönderi

Silav bindestno :) Ev çi berhem bû !
10/10
·218 syf.··
Beğendi
·
2025 9. kitabı
·
36 günde okudu
·
Okunma: 09 Şubat 2025 03:28
Wek hûn jî fehm dikin dem a pirtûkekê de jegirtin zêde parve bikim û li ser lêkolîn û ramanên xwe binivîsînim eşkere ye ku min gelêkî ecibandîye . Yanî ez tenê bêjim min ecibandîyê û derbas bibim ev neheqîyê ji bo vê pirtûkê. Ez nizanim min çi xwend wek manîfestoyek e ev berhem , di nav de civaknasîya kurda , derûnîya mirovên bindest bi taybetî semptomên bindestîyê wan , kemasîyên li ser mafen jinan û di binî da ji (hetta li serda jî ) rexneyên civaknasîyên zayendî yên newekhevî rêz kirîye , hehhh û ya herî taybet jî LEHENGÎ nexş dike .Dema derdarê şer û berxwedana seyîdxanê usîvê seydo û rêhevalê wan nivîs kirîye , mirov dibê qey li ew cengê de tevahî wan şer dike û mişt şanaz dibe ! Min got qey ez gullê tifingê wanim û enîya dijminde tekîyam ! Min got qey ez avim min tîbûn a wan şikestand , min got qey ez çîyayê mêrdîn qoser û gundê zonê me ez li hêvîya wan bûm û min dixwest ez wan veşêrim ji romên gur û neyaran ! Lê kêmasî di nav dilê min da peyda bû , gora mîr seyîdxanê usîvê seydo serlêdanek bikim ew e temam bibe dibêm qey .Cîhê wî û ê rêhevalên wî , cîh ê lehengên me ; wek a di nav tîrêjên rojê de be ronî be .Bê guman her dem ew ê hişê me de cîhekî kûr û xweşik bigrin Ez dixwazim hûn mencikê , zagros (terfa) , osê , seyidxan hemû nas bikin , her yek êşeke her yek birînek e , bawerim hûn e tiştekî ji xwe jê bibînin çimkî em netewekî birîndar û dilşikestîne taybet ji BİNDEST ! Têra xwe ez girîyam ez dibêm hûn ê ji wisa bibe :( Ev berhem wek e mirovên misilman di mala wan de kuran pêwîste ji bo netewên kurdan jî pêwîste ku mala wan de cîh bigre û bê xwendin her hevokê wê bê daqurtandin û heb heb bê xwendin û bê fehm kirin . Berhemek pirhalî ye , Her halîyê we wek her perçeyek welatêmin hêja ye .Belkî mijarê wan jihev cûda be lê tevahî dibe yek , nabe çar ! Xwendin xweş bindestno :) Bacanên Pelçiqî Rênas Jiyan
Kurdî
Bacanên PelçiqîRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201754 okunma
··
1.113 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.