Em azadîxwazin, divên tim serbestî
îdî em hestan
Nîn e rawestan
Xencer bi destan
Divên Kurdistan
Kurdistana me ye, lê bin destê dijmin
Bi roz û rêzanî, divê ko em derxin
Êrîş e êrîş
Ey gelê Kurdan
Divê em bigrin
Bi zor Kurdistan
Gelek xoş û rind e pak e serbilind e
Tev bajar û gund e, gelek dewlemend e
Dijmin pê da ser
Divên herin şer
Bi zor derxin der
Bigrin Kurdistan
Kurd şêr e lê dijmin zencîr li mil pêçan
Gernas û mêrxas e, lê teng bûye meydan
Zencîr ba bişkên
Derkevin meydan
Bigrin em tola
Kurd û Kurdistan
Cegerxwîn
[ Ronahî Li Pey Tarî Ye | Weşanên Lîs - Rûpel 541]