Gönderi

Qisedanek li ser Xweşikiya Evînê û Xema Cudabûnê
10/10
·79 syf.··
Beğendi
·
2025 24. kitabı
·
4 günde okudu
·
Okunma: 24 Mart 2025 21:33
"Evîn, xewna abadîn, bihuşta ruh; lê dûr û nediyar." (Bîra Qederê, M. Uzun) Merheba cotkar û karker, hemû proleter :) li ber dengê ava biharê û li ber tîna agirê newrozê, dikim bi nirxandineke kurt û kurmancî serê we biêşînim. Em ê vê carê behsa berhemeke Şêrzad Hesen bikin ku bi navê xwe M ye û ji sê çîrokan pêk tê. Şêrzad Hesen yek ji gewretirîn nivîskarên edebiyata kurdî ye, xwediyê şêwazeke mûazzam, zimanekî bi sêhr û sembol e. Ev pirtûka wî ya çaran e ez dixwînim, di heman demê da pirtûka duduyan e ku li ser dinivîsim. Hema bêje di hemû pirtûkên wî da em pirsgirêkên civakî û vegotina wan a metaforîk dibînin. Hesen, ji hêla ziman/vegotinê ve (bi min) nivîskarê herî serkeftî ye ku ew zimanê bi kar tîne hem îronîk e, hem jî pirr helbestane ye. Di vê berhema xwe da jî nivîskar bi rêya çîrokan, dîs bi heman şêwazî, xwînerên xwe kaş û berkaşê nava pirsgirêkên civakî dike. Di her sê çîrokan da jî ligel temayên din temaya evînê û êşa cudabûnê derdikeve pêş. Çîroka ewil a bi navê "Gula Reş" ji me ra behsa evîna Hêmo û Hêro dike ku ev herdu leheng cînarên hev in, paceyên xaniyên wan li hev dinêrin. Malbata Hêmo qereçî ne, Hêro jî keça malbateke dewlemend û navdar e. Nivîskar vê statuya civakî bi rêya lehengên çîrokê bi zelalî dide nîşandan. Ji ber cihê wan ê li civakê û ji ber nêrîna li hemberî qereçiyan mixabin ne mumkun e herdu evîndar bigihîjin hev. Hêmo tim li ser banê xanî, li benda Hêroya keça cîran disekine ku pencerê veke û wî bibîne, lê mixabin ew pencere hîç venabe..(li ber pencereyê jî gul hene ku ev jî wek metafor di çîrokê de cihê xwe digirin.) Hêmo ji ber cudabûna Hêro pirr diêşe, heta dawiya çîrokê behsa xweşikbûna evînê û êşa cudabûnê dike. Em dikarin bibêjin li vir "cudabûn" bi du wateyan hatiye bikaranîn. Yek, dûrbûna ji yarê ye, ya din jî cudahiya di navbera malbatan de ne ji hêla çînî ve. Hêmo xema ji ber vê cudabûnê wiha tîne ziman: "Gidî, Hêro can. Xanimên malên dewlemend. Xwarina maseya bêrik tijeyan. Ne koşka we nizm dibe û ne jî kavilê me bilind dibe." (25) Meriv dikare vê şîroveyê bike ku Hêmo jî cihê xwe yê "di nav civakê" de qebûl dike, xwe layiqê Hêro nabîne, lê dîsa jî tim li bendê ye ku Hêro rojekî wî bibîne: "Hey dotmîrê hinekî dakeve, ji bo min were xwarê. Ji vê dûrahiyê kî birîna kê dibîne?" (25) Welhasil, di vê çîroka evînê da kurê qereçiyan têk diçe, ew pencereya li bendê ye venabe, gula reş jî diçilmise... Çîroka duyem "M" ku navê xwe daye pirtûkê jî çîroka herî dirêj e. Lehengê vê çîrokê Emîn, nivîskar e, piştî 27 salan ew û hevjîna xwe Gulnaz ji hev vediqetin. Di vê çîrokê de jî em dibin şahidê xema cudabûnê. Emîn ji navê berjêrtir felc dibe û dikeve nav cih û nivînan, ev jî jiyana wî diguherîne, pencereyeke nû li ber wî vedike. Emîn, ji civakê dûr dikeve, di odeyekî da bi tena serê xwe dimîne, ji xeynî xwendin û nivîsandinê ti karî nake. Bi nivîskarên cîhanê ra civateke nû datîne; bi Tolstoy ra dikeve nîqaşan, bi Hemingway ra li çanê dixe, bi Zweig ra kişik dilîze, bi Çaykovskî re çay vedixwe :) ji aliyekî ve jî tim civaka li derveyê wê odê rexne dike, milkdariyê red dike û ji ruhê sermayedaran ra dixwîne, ji ber nezanî û çavkoriyên civakê xwe diqehirîne û serê xwe bi newekheviya zayendî re diêşîne. Ev çîrok, fîlma bi navê "Mar Adentro (2004)" tîne bîra mirov. Çîroka sêyem "Maleke ji Avê" tenê ji sê rûpelan pêk tê lê bereksê kurtbûna xwe hewqas kûr û bi wate ye, meriv dixwaze dubare sêbare bixwîne û li ser bifikire.. Lehengên vê çîrokê, em wek êleke biçûk bi nav bikin, di giravekî da asê mane, serokê vê êlê ji du sê salan carekî çend kesan wek qurban hildibijêre, ji bo silametiya êla xwe wan qurbaniyan diavêjin binê giravê, lewra her diçe hejmara wan zêde dibe, cihê wan teng dibe û xwarin têra wan nake. Kes naxwaze bibe qurban lê belê nikarin ji "serokê" xwe ra bibêjin na.. ji wan kesek jî dernakeve nabêje çima serok xwe qurbana êla xwe nake... Di nav wan qurbaniyan de keç û xortek jî hene, ji hev hez dikin û li ser pêşeroja xwe xeyalan dikin, haya wan ji biryara serokê êlê tune ye lê mixabin taliya talî dor tê wan, ji hêla serok ve tên qurbankirin, ji bo silametiya êla xwe. Ev çîrok hinekî dişibe çîroka Dehaq jî.. axirî di nav me da jî Dehaq hene ku bi xwîna keç û xortên me hebûna xwe pêk tînin, wan dikin qurban, li ser navê ax, al û azadiyê... Heta ji destê min hat, min xwest bi kurtasî behsa naveroka berhemê bikim lewra wextê kesî tune ye ji bo nivîsên dirêj, gelek tişt hene ku min negot û derbas bûm, lê herçî xwînerên baş in û li metnên baş digerin bila miheqeq vê pirtûkê û hemî pirtûkên Şêrzad Hesen bixwînin. Ne tercîhek lê belkî pêdiviyek be...
MŞêrzad Hesen · Avesta Yayınları · 201124 okunma
··
41 Gösterim
1 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Şêrzad Hesen nivîskarekî gelek serkeftîye. Min jî ev pirtûka wî xwend. Pirtûkên pir sosret dinivîse.
Şeyma
Gönderi Sahibi
Belê, wisa ye bi rastî jî. Heqê me tune ye em edebiyata xwe biçûk bibînin, nivîskarên xwe bêqedr bikin..dema rastê nivîsên wisa têm pir diqehirim, qey wan li edebiyata cîhanê nenêriye, çawa nikarin cihê edebiyata xwe jî di pergala cîhanî de bibînin, çawa dikarin jê re bibêjin lumpen, qey ev jî ji ber derûniya bindestiyê ye, yan?!