"Evîn, xewna abadîn, bihuşta ruh; lê dûr û nediyar." (Bîra Qederê, M. Uzun)
Merheba cotkar û karker, hemû proleter :) li ber dengê ava biharê û li ber tîna agirê newrozê, dikim bi nirxandineke kurt û kurmancî serê we biêşînim. Em ê vê carê behsa berhemeke Şêrzad Hesen bikin ku bi navê xwe M ye û ji sê çîrokan pêk tê. Şêrzad Hesen yek ji gewretirîn nivîskarên edebiyata kurdî ye, xwediyê şêwazeke mûazzam, zimanekî bi sêhr û sembol e. Ev pirtûka wî ya çaran e ez dixwînim, di heman demê da pirtûka duduyan e ku li ser dinivîsim. Hema bêje di hemû pirtûkên wî da em pirsgirêkên civakî û vegotina wan a metaforîk dibînin. Hesen, ji hêla ziman/vegotinê ve (bi min) nivîskarê herî serkeftî ye ku ew zimanê bi kar tîne hem îronîk e, hem jî pirr helbestane ye.
Di vê berhema xwe da jî nivîskar bi rêya çîrokan, dîs bi heman şêwazî, xwînerên xwe kaş û berkaşê nava pirsgirêkên civakî dike. Di her sê çîrokan da jî ligel temayên din temaya evînê û êşa cudabûnê derdikeve pêş. Çîroka ewil a bi navê "Gula Reş" ji me ra behsa evîna Hêmo û Hêro dike ku ev herdu leheng cînarên hev in, paceyên xaniyên wan li hev dinêrin. Malbata Hêmo qereçî ne, Hêro jî keça malbateke dewlemend û navdar e. Nivîskar vê statuya civakî bi rêya lehengên çîrokê bi zelalî dide nîşandan. Ji ber cihê wan ê li civakê û ji ber nêrîna li hemberî qereçiyan mixabin ne mumkun e herdu evîndar bigihîjin hev. Hêmo tim li ser banê xanî, li benda Hêroya keça cîran disekine ku pencerê veke û wî bibîne, lê mixabin ew pencere hîç venabe..(li ber pencereyê jî gul hene ku ev jî wek metafor di çîrokê de cihê xwe digirin.) Hêmo ji ber cudabûna Hêro pirr diêşe, heta dawiya çîrokê behsa xweşikbûna evînê û êşa cudabûnê dike. Em dikarin bibêjin li vir "cudabûn" bi du wateyan hatiye bikaranîn. Yek, dûrbûna ji yarê ye, ya din jî cudahiya di