Gelo mirov di xewnên xwe de çawa dikare bijî? Gengaz e? Ihtimalekî wusa heye? Piştî xwendina pirtuka "Xewna Pîrepindan" a Şêrzad Hesen, ez mikur dikim ku hin mirov dikarin di xewnên xwe de bijîn. Şêrzad Hesen bi awayekî wusa qala xewnan dike ku zehmet e ku mirov baweriya xwe bi wî tiştî re neke. Xewn ne tenê xewn e. Xewn rastiyekî jiyana mirovan e. Xeta di navbera xewn û rastiyê de rabûye û xewn û rastî tevlihev bûne. Di romanê de serleheng di jiyana rast zêdetir di xewnên xwe de dijî. Ev jiyan ji şeklê mirovan zêdetir di şeklê ajalan de dijî. Serleheng dema ku radiket wek mirovekî asayî radiket lê di xewna xwe de insanetiyê derdiket dibû ajalek. Dibû şêr, dibû gur, dibû çûk... hwd. Di dawiyê de jî ew û jina xwe di xewnê de dibin Pîrepind (pîrhevok). Piştî vê xewnê çîrok dest pê dike. Li ser xewn û têkiliya pîrhevokan rastî û xeletiyên jin û mêran dinirxîne nivîskar.
Pirtûkekî sosret. Min beriya vê pirtûkê du pirtûkên Şêrzad Hesen xwendibûn. " Hesar û Kûçikên Bavê Min û Jineke Xinanî" Ew jî pirtûkên sosret bûn. Di nav van her sê pirtûkan de "Hesar û Kûçikên Bavê Min" min gelek hez kir. Ew kesên ku dixwazin Şêrzad Hesen bixwînin bila pêşiyê dest bi xwendina Hesar û Kûçikên Bavê Min bikin.
Ez pirtûkên Şêrzad Hesen gelek hez dikim. Nizanim çima. Di pirtûkên xwe de zimanekî sembolîk bikara tîne. Hin caran wan gotinên sembolîk tê nagîhijim lê dîsa jî kêfa min ji pirtûkên Şêrzad Hesen re diçe.
Bingeha pirtûkên Şêrzad Hesen civata Kurdan e û li ser vê bingehê rastî û çewtiyên civakê dinirxîne. Neynika civakê ye. Xwezî wergera hemû
"Kûçik Û Hesarê Bavê Min" kana hevok û honandina lihevhatiye. Hevoksazî û honandin ew qas lihev hatiye. Mirov wetrê. Hevokek î jê derxe wê dîwarî honandinê welgere.
Nivîskarî vegotina bi çavê yekem vegotiye. Nexş nemuş ê ku tevna xwe de cî bi cî kiriye ,heya dawiyê didomîne . Çiroka xwe wek çilkezî ya j honandiye. Dema şoreş pêk tê