Kêm pirtûkên wisa hene ez dibêjime qey. Bi ewqas rûpelên hindik, ewqas şêweyek xweş, bike ku ti heman demê de biqedînî û di bin bandora wê de bisekinî. Kêm pirtûk hene mijarek ewqas nas, mijarek ewqas di nav jîyana mirov de bi tarzek li gor xwe, ji xwendevanên xwe re rave bike û mirov di nav derya pirsan de bihêle.
Ev çîroka Reîs Remezan bû, çîroka bavê min bû, çîroka min bû, çîroka te bû, çîroka me teva bû. Belê mirov gava dixwîne herî pêşî sîyasetvan dikevine hişê mirov. Lê mirov piçek difikire ku lehengê çîrokê ew bi xwe ye, lê bi navê Reîs Remezan hatiye binav kirin. Gava min xwend desthilatdarîya bavê min û li ser me kete bîra min. A rastî ez hêjî nikarim di nav van mijaran de zêde bigihîjime ramanekê. Çima em wisa nin? çima desthilatdarî wekî ku nivîskar jî dibêje mirov mexrûr(kurre) dike.? Çima bavê min dixwaze ez jî wekî wî bim? çima ez jî dixwazîm birayê min wekî min be? Çima em dixwazin em tenê nebin? Çima em dixwazin zêde bibin?... Nizam
Diçûm û têm li xwe dinihêrim di nav min de Reîs Remezanek tenê nîne, çend heb Reîs Remezan hene. Reîs Remezan'ek di nav xwe de dikujim, ez lê dinihêrim Reîs Remazen'ek din di nav min de xuliqîye. Kulikê Reîs Remezan davêjim ji serê xwê, paşîyê dibînim ku kulikê Reîs Remezan'ek din di serê min de ye û min hişk girtîye ku ba nefirîne, baran şil neke..
Mirov dikare kirasê Reîs Remezan'an tune bike?, yan jî miorv dikeve kirasê Reîs Remezan lê mirov dikare kirasek din lê zêde neke? Dîsa nizam.
Mirov dikare gelek pirsên wisa bike. Sûda herî zêde ji vê pirtûkê min sitand jî ev bû ku, min di nav van pirsan de hişt. Min di hundirê xwe de kir nav tasewêsan.
Lê pirsa mezin a di hişê min de cih girtîye ev e:
Reîs Remezanê pêşî kî bû? (Em Reîs Remezan'ên kê/kî ne? )