Puan vermedi·218 syf.··Beğendi
···Okunma: 31 Mart 2025 14:20 Di romana “Bacanên Belçiqî” a Rênas Jiyan de du mijar hatine vehûnandin. Mijara ewil tarîxa kurdan û serhildanên wan ên li hember Ataturk, Osmaniyan û Ûris e. Nivîskar me di serdema tarîxa serhildanên kurdan de digerîne, berê me bi şer û têkoşîna tarîxa Serhedê vedike, berê projeksiyona sînevîzyona me bi serhildana Şêx Seîd û hwd ve rû bi rû dike. Em dibin şahidên gelek bûyerên trajîk, em dibin şahidên tarîxeke xwedî sixûrîn û xayînan. Helbet em dibin şahidê xwedî lehengên hêja ên dîrokî jî, yanê wekî meriv li sînevîzyoneke reş û spî temaşe bike.
Di vê sînevîzyonê de em kêran ji par ve li pişta birayên xwe dixin, kêrên desthilatdaran û em li lehengên qehreman ên li dijber zor û zordariyê re şer dikin temaşe dikin. Bi kurtasî em li qehremanên li hember sîxûr, xayînan û xwînmijan çawa têdikoşin di rûpelên tarîxê de wekî sînevîzyoneke li ber çaverih û çavehişên me zindî dibin dinêrin. Hay ji tarîxa me, xayîntî û sixûrtiya me çêdibe. Em di vê sînevîzyonê de serîtewanan û serînetewanan gişan yekbiyek dibînin. Helbet haya me ji lehengên serhildêr jî çêdibin.
Nivîskar rastî û heqîqeta navxweyî ya di rûpelê tarîxê de hatine veşartin yek bi yek berbiçavî me dike. Eşîrbûn û kevneşopiyên kurdan bigirin heta feodalizma kurdan bi şehekî duhêl hatiye şikandin, nivîskar romana xwe bi şehekî duhêl gulîkên tarîxê şikandiye. Mijara romanê bi giştî feodaîlzm, bindestî, desthilatdarî û tarîxa kurdan e. Her wiha serhildan û serhildêrên wan yên li hember desthilatdaran e. Mesele hebûn û nebûn e ji tarîxa kevn bigire heta tarîxa niha. Yanê beşa ewil di romanê de mijar piranî wiha ye.
Di beşa duyem de jî mijar feodalîzm, jin û tecawiz e. Mînak: “Ez dibêm ji ber feodalîzmê ye. Feodalîzm ji xwendinê, ji ramanê, ji hunerê, ji zanînê fam nake, hew bi tenê ji kuştinê fam dike. Feodalîzm şelaf e, dilbijok e, hevalê xurtan e, xayîn e, derewîn e, durû ye, çavbirçî ye, hesûd e, fesad e, tinazpêker e, qure ye, paşgo ye” (rp, 161).
Wekî di metna me jî diyar dibe ku feodalizm bingeha wê li ser rûxandinê ava bûye. Esas bingeha feodailzmê li ser dîn û ehleqê avabûye. Çimkî welatên rojava gelekî derdê feodalîzmê kişandin. Di Serdema Navîn de em giş dizanin dîn=dewlet bû, dewlet jî=dîn bû, di wê serdemê de mirov dihatin qetilkirin ji ber ehlaq û dîn, di wê serdemê de nivîskarekî wekî Marqus De Sade derket holê û ehlaq û dîn a heyî bi nivîskariya xwe, bi metnê xwe rûxand; navê xwe û mohra xwe li tarîxa wêjeyê xist. Li hember desthilatdariya feodalîzmê serî rakir, bi metnê xwe civaka serdest bi awayekî tûj da ber rindê. Îcar niha jî nivîskarê me analîza civaka me dike bi saya metna xwe, mîna Sade civaka feodal û civaka serdest û desthilatdariyê dide ber rindeya xwe. Helbet em herdu nivîskaran nikarin bişibînin hev, lê bi awayê metnê meriv dikare bêjê hinekî dişibin hev. Çimkî her du nivîskar serî rakirine li hember feodalîzm û dewletê û desthilatdaran.
Îcar em werin ser beşa xwe û bi kurtasî naveroka beşa xwe binêrin û bê dîn û ehlaqa genî çi gû bi serê karakterên me ve dayî... Di beşa duyemîn de du karakterên me yên zanîngehê hene. Navên karakterên me Cindî û Egît in. Her du jî hevalên hev ên zanîngehê ne. Dema zanîngehê diqedînin, êdî li Qoserê tên ba hev. Her du jî karmendên dewletê ne; Cindî psîkolog e, Egît jî mamosteyê zanînên civakî ye. Egît ji Qoserê ye, Cindî jî Malazgirê ye, tayîna Cindî dertê Qoserê; Egît, Cindî li malekê bi cî dike. Paşê di vê malê de Cindî bi saya dengbêjheziya wî ya li hember Seyidxanê Kerr (heman demê bapîrî wî ye) û bi saya qaseteke bi çîroka Mencikê û tecawizkarê wê dihese. Çimkî çi hatiye serê Mencikê di vê qasetê de hatiye qeydkirin. Hisên hezkiriyê Mencikê ye, bavê Hisên tecawizî hezkiriya lawê xwe dike (Bavê Hisên Elîka ye). Mînak: “Ez carna jî bo ku wî ji vê xemê xelas bikim, difikirim ku herim her tiştî jî Hisên re bêjim. Dûre ez dev jê berdidim. Ma mirov çawa dikare ji delalê ber dilê xwe re bêje ku ‘Bavê te dest avêtiye min!’ Ma ev gotin ji kuştinê ne xirabtir e?”(rp, 97)
Mencikê karektereke du caran bindest e, çimkî hem ji hêla mêtingehiyê ve bindest e û hem jî ji hêla feodalîzmê ve bindest e. Mencikê li welatê serdestan ji terefê bindestekî ve tê tecawizkirin. Mencikê karektereke monologîn e û ponijîn e, hest û ramanên xwe di hundir xwe de dijî, newêrek e, tirsnak e, tirsnakbûna wê ji ber tiştên hatine serê wê ye.
Mencikê tim xwebixwe diaxive, li çareseriyekê digere. Mencikê qesasê xwe bi metafora marekî reş destnîşan dike. Çima di romanê de Mencikê serî ranake û bi tirsnak dijî, çima kirasê feodalîzmê naçirîne, beravajî wê benê kirasê feodalizmê dihûne gelo? Nivîskar gelo dikarîbû beravajî vê mijarê naverok bihûna? Mencikê ji ber tirsê serî tewandiye û feodalîzm berdewam kiriye.
Hesen birayê Hisên e, di heman demê de qesasê birayê xwe ye. Hisên jî qesasê bavê xwe ye. Hesen karekterekî feodal e, kirasê feodaliyê li xwe dirûtiye loma dibe qesasê birayê xwe. Hisên karekterekî nîvfeodal e, karekterekî bêbiryar e, helbet li gor tezên Freûd ne gengaz e, Hisên bavê xwe nekuje, hem hezkiriya wî û hem jî ca wî jê stendiye. Yanî Hisên tezên Freûd bi cî tîne. Hisên asas karekterekî hîn sererast e. Lê divê hîn xwedî li hezkiriya xwe derneketa gelo? Welhasil mencikê ji teref malbata xwe ve tê jehrkirin û Hisên jî bavê xwe dikuje, Hesen jî birayê xwe Hisên dikuje û talî feodalîzm bi ser dikeve, ehlaqa genî bi ser dikeve, eşirtî bi ser dikeve, malxirabî bi ser dikeve û koçberî çêdibe hwd. Wekî me got: Nivîskar me di du tarîxan de digerîne, tarîxa borî û niha bi hev re dihone, dixwaze bêje, ji tarîxa do û heta tarîxa niha di navbera me kurdan de ne sixûrî, ne xayîntî, ne bindestî, ne derûniya têkçûyî a bindestiyê, ne feodalîzm, ne ehleqa genî a paşverûyîn, ne dilbijokbûna li hember desthilatdar û ne mejiyê paşverûyîn yê li hember jinê qediya.
Nivîskar di vê romana xwe de gelek mijar aniye ziman, ji felsefeyê bigire heta psîkolojiyê, ji sosyolojiyê bigire heta tarîxê û dema niha, mijar giş di nav hevdu vehûna ye. Nivîskar her wiha mekanên xwe jî bi feodalîzmê girê dide. Mekanên feodal û dişibin xwediyê xwe, çawa ku civak feodal be mekan jî îhtîmaleke mezin bişibin xwediyên xwe. Çimkî mejiyê feodal û genî derûniya wan jî genî ye, loma mekanên wan jî dişibin derûniya wan, wekî derûniya xwe avahiyan diqorînin. Helbet ev fikir bo mejiyê nûjen jî derbasdar e. Mejiyê nûjen mekanên wan jî nûjen in, tarîx jî mekên dîzayn dike helbet. Welhasil di mekên û zemên de em diçin tarîxê û dema niha, mekanên wekî Qoserê ango mekanên razber û şênber bi hev re hatine bikaranîn, zeman piranî di dema borî û niha de diborin. Yanî navbera wan de pirek heye, em her carê berê xwe bi hêleke pirê vedikin. Geh li vî seriyê pirê em dengê teqîna guleyên modern û geh li wî seriyê pirê dengê çek û fîşegên tarîxê dibînin. Zeman wekî lastîkê hatiye vezelandin, mekan bûye kuçeyên xayîn û sixûran, tecawizkaran û feodalîzmê, em li dîwarê xwe diqewimin, em li dîwarên desthatdaran diqewimin, em li dîwarên bênamûsiyê diqewimin. Divê ev bênamûsiya gelemperî bê pelixandin. Divê panzêra desthilatdaran bên pelixandin û rûxandin. Divê nepoxa bênamûsiya her tiştî bên teqandin Hwd.
Derhegê pirtûkê : Çorê Arda