Xwezî ez teyrek bûma
Bifirîma ser çîya
Ew gulîstana mêrga
Carek dî min bidîta
Xwezî baskên min hebûna
Ez teyrek bûma
Bê zincîr, bê sînor
Azad bifiriyama
Ezê vegeriyama
Ax, welatê xwe
Hêza te hîs bikira
Li bin baskên xwe
Daketama nav
Dol û newalên te
Serê xwe danîba
Li ser çokên te
Çavên xwe miçkira
Bistanda bêhna te
Tîna xwe biçkanda
Ser kaniyên te
Seranser firîm e
Wekî te ti cih nîne
Bêhempa bedewî
Çav tenê te dibîne
Herî û toza te jî
Bi min şêrîn e
Kaniya jînê..
Bê te ez kî me?