Puan vermedi·240 syf.····Okunma: 02 Mayıs 2025 10:17 Romaneke ji nîşka ve
“Nexweşîyek li dinyayê peyda bûye mirov ji hev digire û ji nîşka ve dimire wekî mirîşka janê.” 68
Dema mirov romana Sarûm a “ji nîşka ve” dixwîne, herî pêşî rastî wêrekîyekê tê. Na, na, behsa wêrekîya lehengên romanê nakim; behsa wêrekîya afirînera romanê dikim a xwe bi hevoksazîyeke bizdonek wêrekîyeke kovî dide hîskirin. Ji bo afirînera romanê hem kurd, hem jin, hem dayik û hem zî(jî) nebîn/kêmbîn e mirov romanê bi hasasîyeke cê û teybet dixwîne. Loma min roman seresere û “ji nîşka ve” nexwend (ne seresere an jî ne “ji nîşka ve” xwend), bi qelema xwe xwend.
Van dehsalên dawî li edebîyata kurdî “ji nîşka ve” zaf popûler bûye. Li gelek berheman bala min dikêşe. Nola gelek tiştan versiyonên wê jî hene.
- nîşkava/nîşkave
- ji nîşkê ve
- ji nîşkê va
- ji nîşka ve
- ji nîşka va
Li seranserê cîhanê 285 milyon kesên kêmbîn/nebîn/kor hene, beşeke gelekî hindik ji wan bûne nivîskar û beşeke bi hejmara tilîyan jî roman nivîsîne. Eger mirov nivîskarên kêmbîn/nebîn ên cîhanê meraq bike, rastî sê navên sereke tê.
1- Didymus, (Didymusê Kor) (313 - 398)
2 -Ebu'l-Alâ el-Maarrî (Arebî)
3- Ebu Abdullah Cafer ibn Muhammed Rudekî (Cara pêşî wî bi alfabeya farisî nivîsîye) Şaîr, dehayê edebîyata farisî ya modern tê qebûlkirin)
Piştî van navên sereke "Cîhana Nû ya Wêrek" a Aldous Huxley balkêş dixwîye.
"Huxley di salên ciwaniya xwe de ji ber nexweşiyekê piraniya dîtina xwe winda kir, lê ew bi tevahî kor nebû. Nêrîna wî ji ber katarakt û şert û mercên din ên çavan pir bi sînordar bû û kêm bû. Her çiqasî vê rewşê bandor li pêvajoya nivîsandina wî kiribe jî, wî lnivîsîna berhemên xwe domand. Cîhana Nû ya Wêrek yek ji klasîkên edebiyata dîstopîk e."
Nivîskarên kêmbîn/nebîn bi piranî helbest, bîranîn û kurteçîrok nivîsîne. Li Tirkiyê gelek berhemên ji aliyê nivîskarekî kêmbîn/nebîn ve hatî nivîsandin nînin. Yek ji nivîskarê kêmbîn/nebîn Cemîl Merîç’ê tirk e. Her çendî Merîç rasterast di warê romanê de ne xwedîberhem be jî, nivîs û pirtûkên wî yên ramanî yên wek “Ev Welat” û “Yên li Şikeftê” di cîhana edebî de xwedî cihekî girîng in. Merîç di 30 saliya xwe de bi temamî kor bûye û bi dîktekirinê karê xwe domandîye. Her çi qasî ne nivîskarê romanan be jî di edebiyata tirkî de wek nivîskarekî sereke ê kêmbîn/nebîn tê nasîn.
Li sînemayê mînaka belgefîlma “The Colors of Darkness” heye.
Li qada mûsîkê gelek musîkbêjên kêmbîn/nebîn hene yên namdar lê hejmara resamên kor gelek-gelek kêm e. Eşref Armağan heye mînak, ji bo wî dibêjin; “resamê bi tilîyên xwe dibîne.”
Gelek pirtûk bi mijara korîtîyê hebin jî(zî) nivîskarên kêmbîn/nebîn ne gelek in. Min bitenê romanek dît... Sarûm/Leylana Sidiq. (Mimkûn e romanên nivîskarên wan kêmbîn/nebîn hebin lê min ti agahî nedîtin.)
Sarûm zî romaneke dîstopîk e û ji rêlaîzmê dûr neketîye (gelekî kêfa min ji zî’yê re hat, bawer im teybetmendîyeke devoka herema nivîskarê ye); Bûyer û tevna romanê granî daye realîzma realîst. Mirov fam dike li dema qedexeyên vîrûsa “corona” hatîye nivîsîn û elbet psîkolojîya wê demê heye li nav hevokan. Jixwe li tevna romanê zî corona zêde-zêde atmosferîk e.
Ji bo nivîskara romanê li mijara “xwendina bilez” xwedîgotin e min roman bi teybetî nebilez û gran-gran xwend. Li ser xwendina pirtûkan(berheman) carcaran diponijim û rastî gelek nîşenotên xwe têm. Xwendeyên edebîyata kurdî zaf kêm in; di wê kêmayîyê de jî gelek kêmayîyên din jî xwe didine der. Mînak; piranîya xwendeyên kurdî pir caran ji bo şaşîyên rêzimanî û rastnivîsînê û li kêmayîyên nivîskar digerin; gelek caran konsantreyî mijar û tevna berhemê nabin. Dostoyevsky wiha dibêje: “Em di nav rastîyên kesên em ji wan hez nakin de li şaşîyan(binkeftinan), li nav şaşîyên kesên em ji wan hez dikin de jî li rastîyan(serkeftinan) digerin.” Ji ber vê yekê li rexneya edebîyata kurdî nav mûhîm in, ji ber vê yekê jî em ji “çi gotîye” bêtir bala xwe didine bersiva pirsa “kî gotîye”?
Weke kesayîya mirovan, kesayîyeke her romanê jî heye û kesayîya nivîskar jî bi ya romanê re têkildar e. Loma, pirsa "roman behsa çi nake?" ji pirsa "roman behsa çi dike?" mûhîmtir e. Romanê çi hest dabe xwende, kesayîya wê jî ew e.
Nivîskar bi vê romana mijara wê “dema coronayê” dest t’avêje hin mijarên civakî û balê dikêşe ser wan. Feodalîteya li civakê, rol û cihê jinên kurdan ên li gund û bajaran, pedagojî û perwerdeyîya zarokan, astengîyên astengan û gelek mijarên din... Ji bo nivîskar sosyolog e û li hêla pêşveçûna şexsî xwedîgotin e bi awayekî pozîtîv û realîst nêzî pirsgrêkên civakî bûye.
Çîroka nivîskara romanê çîroka serkeftina jineke kurd e. Perwerdeyîya piştî temenekî û piştî bûyî dayîk û piştî gelek astengîyan li civakê ji gelek hêlan ve li gelek qadan aktîvbûn, vegotin û asoya zargotina nivîskarê berfireh û dewlemend kirîye. Li romanê dema em li lêkeran û ravekan binêrin em ê rastî kurdîyeke paragmatîk bên. Helbet nola gelek romanên kurdî hin hevokên bi hişmendîya tirkî, hin çewtîyên rêzimanî û rastnivîsê hene lê bi gelemperî zimanekî paqij e.
Hin nîşenotên di derheqê romana Sarûmê de
1- “Şev e, dereng e…” Roman bi vê hevokê dest pê dike. Li edebîyata kurdî “derengî” gelek caran heye; loma nola payîzan şev jî dereng in.
2- Sarûm, romaneke dîdaktîk e. Bi xwendina vê romanê mirov fêrî gelek mijaran dibe. Mînak, qelandina nokan (22), tarîfa savarê (98) çêkirin û amedekirina helawê (135), lîstikên zarokan, tefşo , şiv û talûl (166)
3- Sarûm, ne romaneke alegorîk an jî romaneke metaforîk e; loma garanîya tasvîran nîne; loma li romanê gelek cûreyên rengdêrên çawanîyê nehatine bikaranîn. Em dikarin bi rehetî bibêjin, Sarûm romaneke xwerû ye û vegotin sade ye; şayesandin zêde nîne, gotinên berqoq, grover çargoşe, hevokên ji hedê xwe zêde kompleksî û bi kompleks jî nînin. (Ji hêla psîkolojîya romanê jî mirov rastî kompleksên nivîskaran naye; romaneke bêkompleks e.)
3- Li romanê devoka Licêyîyan heye Mînak:
"Ew ê çavpisîng li kê ÇÛ BÛ”12
“Her tim zarokên taxê kutan dixwar” 17
“Kê kutan xwaribû”17
“Bela xwe di zarokan dida”17
4- Ji bo berî niha min bi serenava” Di edebîyata kurdî de peyva qûn” nivîsîbû, li vê romanê ev peyv (bi hejmareke zêde heye) bala min kişand.(Ji bo kurdî zimanekî xwezayî ye, bikaranîna peyvên cinsî di civakê de ne eyb e.)
5- Ji berhemê hin mînakên balkêş.
“Gewrê nokên ku diqelandin êdî ber bi qedandinê ve biribûn.” 22
Xewnen spî 213
Dema em birçî dibûn me peşi bi xeyala xewreyê xwe ter dikir. 230
Bi psîka çavzer dixapiyan 230
Hewce nedikir ku kore sibehe şîyar bibe 224
Nexweş ez ninim 190 Tu nexweş nin i 190
Şêx nîşkava 187, ji nîşkava 187
Awirên ewran 179
Hîvê tembûr lêdixist 159
ENCAM Piştî xwendina romanê, li bersiva van pirsan diponijim.
- Peyv li tarîyê girantir in an li ronayîyê?
- Korbûn ji bo nivîsbêjîyê avantaj e yan dezavantaj?
- Kêmdîtin/nedîtin afirînerîyê/hêza xeyalan xwirt dike yan kêm dike?
- Gelekî zanîn metnan dewlemendtir dike lê afirînerîya li metnan jî dikûje.
- Bê çav jî mirov dikare binivîse lê bêziman mirov nikare bibîne.