Gönderi

Hesp û Xweza
Ne koçer im, koçber im Biyanî me digerim Li kolanan diçim têm Bi çav winda dinerim Dixwazim min binasin Mebesta xwe darêjim Divê giştik bizanin Çima bê war û ber im Guneh, reben bêxwedan Stûxwar û keser im Dixwazim nav û nîşan Wekî teva rê herim Bi serbest û azadî Wekî mirhov bixurim Bi biryar û qiral im Li yasa hem guhdarim Dizanim wê roj werê Li lew pêt û pêdar im Bi pêşengî, pêşketin Li pêla wê siwar im Kurdek zana pabilind Xwedan bajar û şar im Boniye-Suad Cegerxwîn [ Banga Cegerxwîn Ji Gorê | Weşanên Lîs - rûpel 15 ]
Kurdî
·
1 +1'leme
·
1.585 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.