Selim Temo li qada helbesta kurdî helbestkarekî sereke ye. Ev pirtûka wî ya helbestan jî nola yên din bi "helbestên tîr" têr û tije ye û vê rastîyê bi "hostayîya zimên" nîşanî me dide.
Bi ser berhemên xwe yên din neketibe jî ev berhem gelekî ne kêmî wan e.
Helbestên helbestkarên akedemîsyen jî akedemîk in. Selîm Temo mînakeke baş e, ji bo "helbestên akedemîk" Çawa ne helbestên akedemîsyenan? Ew helbestên cîhanê ên der û dorê dixwînin, dizanin çi çi ye,çi ne çi ye. Helbet zêde jî "îlhamkar" in. Ez ê çend mînakan bidim.
Mînak:"Sîya payîzê" (r.11)
Du pirtûk hene bi navê "Sonbaharın gölgesi"
Yusuf Mert Sarıtekin û Munîs Faik Ozansoy
Mînak: "keştîya min ji bayê bû" (r.13)
(Keştîya bayê, Melayê Cizîrî)
û
bandora Dağ divanı- Huseyin Kaytan
"Va li vira raketîye 45 salîya min"
(r.16)
Yehya Omerî-Nêrgiza li defterê
"Şivanê Stêrkan" (r.21)
Navê helbesteke Nûden Hezex e.
"Tu stêrka şivên î
Ez şivanê stêrkan"
"derîyê şevê" (r.22)
"Gecenin kapıları"- navê helbesteke Atilla ilhan e.
Mînak:"dengekî paxirî" (r.31)
Navê Pirtûka Rojbîn Perîşan
"Bakır sesli kadınlar" e.
Mînak: "meytê keştîyan" (r.34)
Helbesta Oktay Rıfat Horozcu
"telgrafın tellerinde gemi leşleri"
Mînak: xewn e, kevn e(r.35)
Gotinên Strana "xewn e, evîna dilê min kevn e."
Mînak: "Goristana şevê" (r.38)
Navê pirtûka Zeynep Boztaş e "gecenin mezarlığı"
Mînak; "trêna bêxew"(r.40)
Uykusuz trên- A.Selçuk İlkkan
Mînak: "Şûrê şevê" (r.45)
Gecenin kılıcı Navê lîstikekê ye-Yasuo
Helbestkar nola "helbestkarên ecemî" hin têma û hêma bi kar anîne.
çermê şeva dirêj-29
derîyê şevê-22
porê demê-22
dilê berfê 28
dilê derîyê te 35
Gerdena hespê* 35
zikê demê 35
destê tenêtiyê 39
destê sibehê 44
dilê sorberanan 52
dilê hespî 70
Mînak:
"Ew keçikên delal dimeşiyan li xewna xwe"55
"Ga di xewna xwe de dimeşin"64
* li xewna xwe
* di xewna xwe de
Absûrtîyên zimên zêde nînin, ziman bi rêk pûk e li berhemê, lêbelê; mirov dikare li van mînakan bifikire
hespên enîbeş-65
tayê porê gurr-76
civat dest pê dike-76
Hema û temayên gelekî serkeftî hene li helbestan. Mirov dikare bi rehetî bibêje eger mirov bi rêkûpêk bi kar bîne kurmancî têra helbestên tîr û tije dike.
ENCAM
Helbestên Selîm Temo muthîş in, miheqeq bixwînin.