Balindeyên dilhênik vê carê lap şerîdine, bune qêrîn ketine gewriya şevê :Bi rêwiyê şoreşker, bi tramvayê takekesî, malbatî û civakî,şerê hebûnê, xîzanî, bêzarî, tunebûn û wunda bûn. Her çîrokek portreya hêleke civakî û rewşa welêt e. Dibe ji ber wê ye berhem serdanpê tijî tirs û xof û bêzariye. Nepenî an jî eşkere, di pişt perdê de babeta sereke şerê, Îran û Îraqê û ê Kendavê ye.
Alîkî va,bandora wan şerê giran a li ser Kurdan: Tekoşerê Kurd ê ku hatine desteserkirin ê ku hatine windakirin.Alîkî din va hevokên xwe wek tevneke tingûz, arxaîn arxaîn lê kirî,xwêner wetrê hevokekî jê derxe nexş û nemûşê tevnê têk here. Xwêner bi şayesandin remze û metaforên ( #274081375)cihêreng wusa kaşî nava atmosfera çîrokan dibe. Destê xwêner dinya derve diqete. Çawa ku Kurdistana me azade, tu dert û kûlên me'y netewî tunene. Em jî wek hemî xelkê dinyayê ketine derd û keserê takekesî. Bawerim cara yekemin e ez wek xwêner ketime nav van xem û xeyalan. Hesteke pir xweş û balkêşe. Bi min axiriya van herdu hêmanan xwe gihande"Berxwedan jiyane " yê.
Nehayî wek her car çîrokên xwe bi hêmanên çandî ( "Porê xwe yê spî bi diyarî dihûnim. Bi kes û kar û xelkê nîşan didim ku bêbavtiya wan tê dernakeve, bê Fetah nînin.")xemilandiye. Bi karanîna ziman dîsa hêmaneke din a balkêşe
(#274007080)
Di çîroknûsiya Eta Nehayî de yek ji a herî berbiçav û kêfa min jî pir jê tê nediyariya dem,cîh û rewşê ye. Yekî zêdetir vêbêjer heye rêbaza dahatu(lashforward)û a rabirdu(flashback) dem û dewran dikevine rêzikeke xweser û rastiya efsûnire çav diqirpîne. Heta vê carê karakter bi miriyan re jî xeberdide(Nekromansi)
Di nava van hêmanan de Çîrokbêj ev çîrokbêj be,çawa û çima divê filankesê got nizam bêvankesê got.Ev jî pir balkêşe
Em, li ser ser kesayeta Gulçîn ê werin meselaya jinê. Niviskar di çîroka Qêrinek di Gewriya Şevê de rasterast li ser meselaya jinê sekiniye pêşi bala xwe daye nêrîna civatê(Xelkê got: "Bo jinebiyeke ciwan û cahil ewqas jî kiriye, zéde ye".... “Jinebî nehlçeya sola wê zêr be jî, bi hîç naçe”. r, 50)) Paşê jî hurehur li ser jinê de tê.Gulçîn jineke bedew, cîwan û bî ye. Gotegot û buxtanên cîvakê zexteke mezin tine ser jiyan ûmalbata wê.ji bo hebûna xwe û a qîza xwe, ji bo kur û mêrê wê bêrûmet nemine tiştekî nelirê tine serê Nazê .
Gulçîn bi awayekî eşkere di bin bandora hişmendiya baviksalarîye û wek jinêkê tola xwe dîsa bi jinekê (bi Nazê )distine.
Êja em werin li ser veguhestinê . Ev berhema Eta Nehayî a çaremîne min xwend. Min Eta Nehayî di pêşengeha Pirtûkan a Wanê de jî bi zindî guhdarî kir. Lê Eta nehayî qet weha kompleks min nehati bû. Ez cîbicî disekinim. Gelo ev berhem ne Kurdi ye an min Kurdî ji bîr kirîye. Piştî vê veguhestinê an divê ez sond bixwim êdî veguhestinê Rizgar Elegez nexwênîm. An jî ezê hinê zaravayê Soranî bibim.