Gönderi

ROMANEKE XWEŞ û ZİMANEKÎ PİRSÎSTEMÎ
Puan vermedi·88 syf.··
Beğendi
·
2025 9. kitabı
·
32 saatte okudu
·
Okunma: 06 Haziran 2025 17:39
“Deng ji xwe birîn û bêdengî rihê mirovan dike nava kundir-7” Roman bi vê hevoka bi pirsgrêk dest bi rêvîtîya xwe dike û piştre hiş diherike; kuxika bav a bêkeys, şîşikên dayê, X, Y, Z û feminîzmeke nêr ( Hewce ye em hevparîyên vê romanê û romana Eyşana Beravî ya bi navê NOWA binêrin ji bo em karibinj femînizma li edebîyata kurdî nas bikin.) 1- ! Herî pêşî li romanê xalebang bala mirov dikêşe. Çikû xalebang heyecana nivîskaran an jî heyecana nivîskar dixwaze bide xwendeyan temsîl dike. Gelek nivîskar ji bo xalebangê dibêjin “fiyaskoya uslûbê” ye, “bêzewkî” ye, “karektera lawazîyê” ye. Li gorî min jî nehewceyîyek e. Em dikarin xalebangê nola emojîyên li sosyal medyayê ên bi xalbendîyan têne çêkirin bibînin. Mînak: :-) Scott Fitzgerald ji bo xalebangê dibêje “Nola mirov henekekê bike û xwebixwe bi heneka xwe bikene.” Belê, li romanê kesekî bi sê dengan gotîbe “hawar” ma hewce ye ! li dawîyê hebe. 2 - WEKÎ Li edebîyatên cîhanê gelek caran tişt bi şibandinan têne tasvîrkirin û têne vegotin. Li edebîyata tirkî teşbîh/şibandin bi piranî bi peyvekê(daçeka şibandinê “GİBİ”) tê kirin. Loma em di piranîya berheman de rastî hevokên qalib tên. Mînak: "Kendimi sonradan diskotek haline getirilmiş bir huzurevinin tavanı arasında unutulan yaşlı BİR adam GİBİ hissediyordum."ÖLÜ KELEBEKLERİN DANSI-Hüsnü Arkan-14 "Kendimi bir an şehirlerarası terminalde unutulmuş, terk edilmiş bir bavul GİBİ hissettim."RÜYASI BÖLÜNENLER/yavuz Ekinci(r.135) "O gün kapıyı açmamla kardeşimin sırtlan GİBİ üzerime saldırmasını ve babamın sinek kovar GİBİ beni odadan kovmasını anımsadım. O günün kırgınlığı gırtlağıma saplanmış bir balık kılçığı GİBİ beni rahatsız ediyordu.( RÜYASI BÖLÜNENLER/yavuz Ekinci-131) Li kurdî jî li gelek berheman em rastî gelek şibandinan tên û gelek hevokên qalib û şablon. Yek ji wan tiştên “zimanê edebîyatê” û “zimanê rojane” ji hev cê dikin, teşbîh/şibandin e. Ji bo zimanê me dewlemend e (!) gelek versionên “GİBİ” hene li kurmancî. Nola/nolî/nolanî, mîna/mînanî, wek/weke/wekî/weka/weku/wek ku/wekanî, fena/fenî/fenanî… û hin versîonên din… Li vê berhemê bi piranî WEKÎ hatîye bikaranîn lêbelê hin versionên din jî hatine bikaranîn. Wek wekî Wekî ku weke Mîna Jİ berhemê hin mînak: "Gava rihê min WEKÎ hespê kumeyt dihîre, bavê min WEKÎ dûpişkekî di nava mêjiyê min de vedide;”(24) “…, min WEKÎ kivroşkekê lê dinêrî. Peyvên wî yên qirêj, di hişê min de WEKÎ kermêşekê vizînî dikirin. Herçiqas li hemberî wî rabim, ew ê WEKÎ cerdewanekî desthesin li ber serê min bibe darkutok.” (24) Li romanê gelek şibandin hene (kêmzêde/bi kêmayî li her rûpelê 7; 7x80= 560) - Rûpel 12: wekî 6, mîna 1 - Rûpel 16: wek 2, wekî 3, weke 2, mîna 2 - Rûpel 24 : wekî 8, mîna 1 - Rûpel: 52 di hevokekê de 8 wekî hene. Di nav şibandinan de, şibandinên bi heywanan(ajalan) gelekî balkêş in. Em dikarin bibêjin ferhenga ajalan heye li vê romanê. Wekî pandûlekê 8 Mîna masîyekî zîv 11 Wekî kezikên şevê 12-21 Wekî meşînan 13 Wekî masîyekî şimotek 13 Weke kurmikên hevrîşimê 16 Wekî kusîyekî 16 Wekî jûjiyan 15 Wekî marê duserî 15 Wekî dîkê bêwext dikir kurînî 16 wekî sîsirkê 18 Weke şêrekî21 Wekî rovîyekî felbaz 23 Wekî kîvroşkekê 24 Wekî kermêşekê 24 Wekî cerdewanekî 24 wekî batirsokekê 24 wekî dûpişkekê 24 Wekî hespê kumeyt 24 Wekî reşreşikan 25 Wekî ahtapotan 25 Wekî ajalekî 26 Wekî beqeke werimî 28 Wekî mehîneke har 28 Wekî dîkê qereçîyan 30 Wekî dêwekî 31 Wekî masîyekî 32 Wek şeytanokan 32 Wekî wehşekî 34 Mîna beytan 38 Wekî periya şevê 39 Wekî pêrîkî 39 Wekî meymûnan 39 Wekî pisîngê 41 Mîna qerequleyekî 41 mîna hespên kedîkirî 41 Wekî kewên gozel 43 Weke jûjîyê 45 Mîna kurmikên dil 48 Wekî nikulê darniqrokekê 50 Wek pilingekê 50 Wekî bizineke kedîkirî 55 Wekî kanguruyekê 55 Weke mirîşkekê Wekî marekî 58 Weke pilingekê 60 Wekî dewarekê 61 Wekî du kusiyan 62 Wek şalûl û bilbilan 63 Wekî kewekî 64 Wek şêran 64 Wekî çûkên birîndar 65 Wekî meymûnên qûnsor 72 Wekî gurên birçî 73 Wekî pisîkan dimeşiyan 74 Wekî şeytanokan 74 Wekî masîyan 75 Wekî marekî kor 79 Wekî kurmoriyan 85 Wekî dehşika 86 Weke pisîkê 66 Mîna maran 66 Wek teyrê eylo 66 Wekî leglegê 66 Wekî topeke ji êgir 20 Wekî mêrên şevê 74 2- Li romanê KEN wiha hatîye bikaranîn Kenekî fiştere 12 Kenekî bêkeys 47-78 Kenê bêteşe 50 Kenekî tinazwaranê 56 Kenekî narsîst 85 3 “ji nîşkA ve” gelek caran hatîye bikaranîn. ***Ji bo “ji nîşka ve” li edebîyata kurdî bûye MODA bala min dikşîne. Em dizanin bi gelek awayên din nivîskar dikare li gorî her rewşekê bi gelek awayeke din vebêje -ji vê hêlê ve kurmancî dewlemend e-di ber re, pêre-pêre, bi carekê, bêhemd, bi derbekê…- gelek vegotin hene- nizanim çima bi kar naynin. Belkî, rewşeke psîkolojîk be, belkî jî hin peyv dibine moda.) Mînak: Bi yek carî 8 Ji nîşkÊ ve 12- 20 ji nîşkA ve 13-18-22-28-30-31-38-39-47-50-63-74 4- DUSÎSTEMÎ Li kêşana hevokên n’erênî, ne gramer, “devok” hatîye tercîhkirin. Çikû li zimanên nivîskî mirov du sîsteman bi hev re bi kar bîne kaos pêk tê. Hevok erênî be, bi sîstemekê, n’erênî be, bi sîstemeke din dibe, lêbelê ev tevger rewşeke kaotîkbûna zimên pêk tîne, civakîbûnê (sosyalizasyon) zortir dike. Mînak: Li vê hevoka li jêr; hem bikaranîna gramerî hem jî a devokî (du sîstem) di hevokekê de hatine bikaranîn. “Ger rih aram nîn be, beden jî ne aram e.” 84 ***Ger rih ne aram be, beden jî ne aram e. 84 Mînak: Tixûb pir dûr nîn e 80 *** Tixûb pir ne li dûr e. Ji xwe her tişt wisa nîne?84 ***Ji xwe her tişt ne wisa ye? Mijara me ev nîne 85 ***Mijara me ne ev e. Haya min ji min nînbû 86 ***Haya min ji min nebû Dema şermê nîne 45 ***ne dema şermê ye. Li hin raweyên fermanî yên neerênî devok hatîye tercîhkirin NE bûne ME. Guh MEDE Elo 12 Metirse 36 metirsiya xwe 36 Qata yekem 70 Agirê yekem 41 Çavên xwe yê sisêyan 58 Zûtirîn fehmkirin û nakokî 11 Tu tiştekî 11 Wî çaxî 73 Wî çaxê 45 5- Nola hemû berhemên kurdî li vê berhemê jî rengdêra MEZİN ji rengdêra BİÇÛK gelekî zêdetir hatîye bikaranîn. Mînak: Herî mezin 57 Felata herî mezin 69 Memikên wê mezin bûn 65 Likoya herî mezin 12 Hêzehe mezin 15 Şûşeyeke mezin 18 Hesreteke mezin 20 Qîzika piçûk Bişirîneke piçûk 39 Qurtên piçûk 57 7- Bikaranîna peyva qûnê Qet ne xema qûna min e 8 Qûna derzîyan-8 Qewdek pûş bikî qûna wan 69 Panîya wan li qûna wan dikeve 72 8- Hin mijarên din ên mirov dikare şîrove bike. Asîman 70 Kevir TOMAR dikirin 64 Destê xwe yê çepê WENDA kiribû 62 Li benda KUTANÊ sekinîm 58 Bi tundî KUTAN xwaribû 50 , KUTA çavê min 85 Çavên xwe KUTA nava çavên min-10 Wekî BAYEKÎ TENİK 51 Zanebûn qet têrî nake! 51 Xuya 51 nîn e 37 “PAYÎZ PAYÎZ PAYÎZ.” Demekê şûn DE 36 Memikên min hê nû pişkokî bûne 15 di devê mala me de dibihurê 15 di…de ecêb (gelekî tê bikaranîn) çavên wî Dİ memikên min DE asê dimînin 85 çûkên şevê 47 Wekî TOPÊN BERFÊ 79 Şerê Payizê û Ziryabê 79 ENCAM Kurmancîya li vê berhemê nola nanê "tam bugday" bi "tam kurmancî" ye (piçekî şorayî heye lê xem nake). Edîtorîya Gulperi Gunduz-wilo dixwîye gelekî ked dayîyê- hêjayî teqdîrkirinê ye. Neyînîya gihaneka KUyê-an jî zaf kêmbûna wan- xweza û kesayîya kurmancî dide der. Her çi qasî li hin mijaran em karibim hin rexneyan bikin jî, cara ewil e li weşanxaneya Avestayê karê edîtoryalîyekê ev qasî diecibînim. Neyînîya hişmendîya tirkî û rêzikên zimanê soranî, kurmancîyeke xas nîşanî me daye. Ji zû de ye, nivîskar Suzan Samancî dişopînim, qelema wê bi tirkî xwirt bû lêbelê kurmancîya wê na. Suzan Samancî bi vê berhemê nîşanî me da çi qasî ked daye û li ber xwe daye ji bo bi zimanekî xwirt binivîse û nivîsîye jî. Ev berhem ji bo edebîyata kurdî modeleke baş e. “Ger rih aram nîn be, beden jî ne aram e.” 84 Ev hevoka bi du sîsteman(dusîstemî) nîşanî me dide, çawa dusîstemî dikare zimanekî qels bike. Gava zimanekî xwirt û birêkûpêk bi afirînerîyê re were xebitandin wê demê em ê karibin behsa edebîyateke xwirt bikin. Nexwe na.
Kurdî
Payîz an jî ZiyabSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 202414 okunma
··
490 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.