Li ser Vegera Malê (Homecoming)
Puan vermedi·112 syf.··
2025 50. kitabı
·
34 günde okudu
·
Okunma: 13 Haziran 2025 11:57
"Divê çend sînoran derbas bike mirov, ji bo bigihîje mala xwe." -Awirên Ulyssesê Mal çi ye? Xanîyekî ji çar dîwaran têra pênaseya vê têgehê dike gelo? Şenber e mal yan bi gotina lehengê fîlmê, tenê hestek e mirov dijî? Ji bo mirov bikaribe behsa aîdbûnê bike gelo mecbûr e xwediyê malekî be? Yan jî wek Adorno mirov dikare xwe bêmal û bêhal pênase bike? Ma hemî dinya dikare bibe mala mirov? Di van her du sedsalên axiriyê de têgehên wek "mal", "aîdbûn", "bêcihûwarbûn", "sirgûn", "takekesî" û hwd. derdikevin pêş; di hemî beşên hunerê de jî em rêça van têgehan û lêpirsînên li ser wan dibînin. Vegera malê, yek ji wan têgehên edebiyatê ye û bi têgehên li jor re eleqedar e. Ji vegera malê ya Odysseia vir ve ye em dizanin ku mirov tim dixwaze berê xwe bide koka xwe, vegere ser eslê xwe. Ji bo vegera malê pêk were divê berî wê meriv ji malê derkeve, jê dûr bikeve. Ev derketin an jî dûrketina ji malê her tim bi dilê mirov pêk nayê, carna jî mirov bi mecbûrî terka mala xwe dike, an jî ji mala xwe tê derxistin. Em ê îro di vê nivîsê de jî bi kurtasî behsa nivîskareke kurd Suzan Samanci bikin ku piştî çend salên sirgûnî (dûrketina ji malê wiha pênase bikin em) vedigere mala xwe, ango bi zimanê xwe karê xwe yê edebî pêk tîne, lewra dûrketina wê ya ji malê di esasê de ne bi dilê wê ye. Li vir "mal" zimanê zikmakî ye. Zimanê zikmakî di nava xwe de hemî endamên malê dihewîne: çand, civak, kevneşopî, dîrok, netewe û hwd. Samanci, bi zimanê tirkî dest bi nivîsandinê dike, naveroka nivîsên wê her çiqas kurd û Kurdistanî be jî ziman ne zimanê malê ye. Ji ber hindê piştî çend berhemên bi tirkî, nivîskar biryarê dide ku êdî berê xwe bide mala xwe ango bi zimanê xwe binivîse; lewra pesndana malê û jiyîna li wirê ne heman tişt in. Ew Jin û Mêrê Bi Maske, berhema Samanci ya ewil e ku bi kurdî nivîsiye. Piştî vê berhemê, sê berhemên din jî dîsa bi kurdî dinivîse: Çîrokên Jinên Dilşikestî, Mîrzayê Reben, Payîz an jî Ziyab. Hemî lehengên Samanci ji kurdên dîyasporayê ne û serleheng jî jin in. Bi vî awayî nivîskar dike ku xwîner hem berê xwe bidin dîyasporayê hem jî ji perspektîfeke femînîst li bûyeran binêrin. Bi qelem û helwesta xwe Samanci, wek stêrkekê li asîmanê edebiyata me diteyise û direqise. Rêya xwîneran ronî dike lê ti carî rê nîşan nade; lewra ew ne ya şîretan lê belkî ya şêwiran be. Bi hêviya ku qedrê wê bê zanîn..
Ew Jin û Mêrê Bi MaskeSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 201518 okunma
··
900 Gösterim
1 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Dirûşima vegera malê mexlûbûn e. Hinek têbînî hene bi tu der û zemanan xwe naguherînin.
Şeyma
Gönderi Sahibi
Durist e gula Nawşarê..