Xwendina romaneke“Qewameke -post-paranormal” a bi kurmancîya Amerîqanî û ji “kitêbên dertexeyyulî” dûr
Jiyana Asayî Ya John Anders
“Seyr bû a rast, merivatîyeke min bi John E. Sandersê dîndar ê emerîkan re tinebû, her wiha bi John Saundersê sînaryonûs ê Hollywoodê re jî, navê wî li ser rûpeleke rojnameya San Pedro-News Pîlotê bû, hejmareke lapê kevn bû, ji nava qutîkeke li xeracê derketibû, March 11, 1940, bi tenê ‘u’yeke xwe ya zêde hebû û ew ‘u’ di nava demê re ketibû ‘halê werîsekî’
Jiyana Asayî Ya John Sanders/Şener Ozmen) (13)
Roman, bi vê hevoka ji hêla xalbendîyan, hevoksazîyê û gelek mijarên din ve ‘ecêb, sosret, seyr, aloz û xerîb dest pê dike. Kesên kesatîya nivîsîna Şener Ozmen dinasin, zêde pêça xwe nadine allegorîya hevokên wî yên kompleks; çikû dizanin ew hostayekî zimên e û çawa peyvan li bin hûkma xwe nola marekî direqisîne
Li edebîyatê bikaranîna zimên mûhîm e; eger ew berhem bi kurdî be, bikaranîna zimên hê mûhîmtir e; çikû pirs(grêk)eke wiha heye:
- Kîjan kurdî?
- Kurdîya kurmancî.
- Kîjan kurmancî?
Li kurmancî ji bilî cêbûna zaravayan, gelek sîstemên ji hev cê yên devokî û herem hene û bandorê gelek zimanên din… Çikû bi sedsalan e kurd ji bilî zimanê xwe bi zimanekî din (elfabeyên wan ji hev cê/carinan 2-3 ziman) jî dizanin û bi wan zimanan dijîn. Kurdên bi tenê bi kurdî dizanin zaf kêm in. Loma hin cêbûn ketine navbera zimanê kurdan de. Mînak: Kurmancîya kurdên bi erebî dizanin û yên bi tirkî dizanin ji hev dur ketine.
Ji bo Şener Ozmen hem bi gelek zimanan dizane hem jî bi gelek devokên kurmancî yên heremî jî dizane û dixwaze bi vê teybetmendîya xwe zimanê li berhemên xwe dewlemend bide xwîyandin, hemûyan bi kar tîne. Wê demê zimanekî dewlemend ê bi gelek sîstem û kesayî derdikeve holê.
Em li zimanê li vê berhemê binêrin:
1- KU
1500-2000 KU hene li berhemê (Li her rûpelê kêmzêde 7). Bi îstîkrar KU bi kar anîne. Mînak: Piştî peyva “gava” KU mûheqeq heye. Weke gelek nivîskaran carinan dilê wî xwestibe carinan ne gotîye “gava”; her caran “gava ku” bi kar anîye.
2- !
Li her rûpelê 6-7 xalebang (!) hene. Em dikarin bibêjin; nivîskar, roman bi heyecan û dilgermî nivîsîye.
3- nivîskar li romanê mamosteyîye dike.
Li rûpela 14ê hevokeke wiha heye:
“John, ji Yohananê (יוחנן) zimanê ibrî tê, wateya xwe jî ev e: “Xwedê xêrxwaz e”
Gelek mînakên din jî hene yên em bikine delîl ji bo karibin bibêjin, nivîskar li romanê mamosteyîye dike. Dîdaktîzmê zêde bi kar tîne.
4- Nivîskar, nola hemû berhemên xwe yên din, li vê berhemê jî hemû devok û versîyonên wan bi kar anîne. Li her rûpela berhemê kêmzêde 5-6 şibandin hene.
Mînak: 1
wek , wekî (herî zêzê), weku, nolî, nolî ku, mîna , mînanî , fena, fena ku, fenanî
*** Carinan difikirim, mirov çima li edebîyatê taswîran bi şibandinan (teşbîhan) dikin? Çima em taswîra wêrekîyamirovekî bi şibandina heywanekî dikin û dibêjin “Weke şêran e.” Teşbîh, hin rûtîn û şablonên vegotinê derdixe holê û metnê dibeecîne, difetisîne. Dema nivîskarek taswîrkirina jineke xweşik dike, dibêje: “Enîya wê nola diranên fîlan, çavên wê nola safîrê, mijgûlên wê nola abanozê, lêvên wê nola pelgên gulan, diranên wê …” Gelo alternatîfeke vê rewşê nîne? Mirov nikare bê şibandin taswîr bike?
- “Enîya wê hilû bi nêm û bêxêz, çavên wê reşbelekîyeke bi zûlmat, mijgûlên wê dipdirêj dibin li ser pelikên çavan re direqisin, lêmên wê helesoreke gelekî sor, ronayî dibiriqe li diranên wê yên piçekî çîl û gelekî spî”
Divê mirov hin rûtînan bişkîne, ezberan xerab bike… Na, na, nabêjim bila “teşbîh” şibandin qat nebe, lêbelê mirov dikare wan gelekî kêm bike û xwendinê nefetisîne.
Mînak: 2
Wer 48
werre 18, 29
Welê 20,45
Wisa 51, 70
Wilo 93, 131
5- Nola hemû romanên kurdî li romanê jî rengdêra “mezin” ji rengdêra “biçûk” deh qat zêdetir hatîye bikaranîn. (Balkêş e: Min çendek tezên lîsansa bilind xwendibûn; li romanên tirkî bi piranî rengdêra “küçük” ji rengdêra “büyük” zêdetir tê bikaranîn.)
6- Gelek caran li sentaksa hevokan pirsgrêk hene.
Mînak 1:
çavên xwe qîqî min kiribûn 28
awirên xwe kutabûna nava çavên min 115
çavên xwe kutana nava çavên min 131, 203
çavên xwe kutabûna nava çavên min 150,203, 218
çavên xwe kutabûna ser min 183
çav kire min 206
çavên me ketine hev 201
*** kutan lêkereke bi taloke ye, çikû li gorî sentaksê wateyeke din jî dide (sixêf).
wateyên “dan dikutim” û “dikûtim dan” ne yek e.
-daholê dikutim/dikûtim daholê
Mînak 2
“Erê…” got. 98 (Got, “Erê…”)
“John!” got Malliyyê 16 (Malliye got “john!”)
“Wilhelm!” min got, 170
“dirêj meke!” gotiye ji dayîka min re.
***“John!” got Malliyyê û Malliye got “john!” ne heman wate ne.
6- Li romanê gelek caran zimanê soranî hatîye tercîhkirin, yanî kurmancî hatîye soranîkirin.
Mînak 1:
xeternaktirîn sînaryo 43
baştirîn û nazenîntirîn … 13
mezintirîn kêşe 33
dawîtirîn roj 52
hesantirîn xanî 85
xweştirîn 97
Mînak 2:
Pola sisêyan 199, A diduyan 165
Duyem, 16, yekem ezmûn 25, cîhana sêyem 205, yekem car 80, bizava yekem85, bizava duyem 84
7 Li romanê gelek caran em rastî bikaranînên fantastîkan jî tên.
Mînak:
Çîçkekî 18, 36,48 …
çîçika texeyyûlê 87
wihakîno 82,88,93, 116i158
werkîno 198
8- Ji nîşkê ve
Ji bo van salên dawî li edebîyata kurdî modaya “ji nîşkê ve” heye, min bala xwe dayê; li vê romanê jî gelek caran hatîye bikaranîn. (Li zimanê kurmancî li gorî rewşê gelek alternatîfên “ji nîşkê ve”yê çêtir hene lêbelê nivîskarên kurdî ji “ji nîşkê ve” gelekî hez kirine loma yên din bi kar nayînin. Mînak: Di ber re, bi careke, bi derbekê, bêhemd, bi… re û hwd.)
9- Li romanê gelek nav hene.
10- bi saya xalebêhnoka (‘) hin deng (yên erebî) li elfabeya kurdî hatine zêdekirin.
Mînak:
‘hemde
Bê me’nî
‘ecêb,
11- Gelek cûreyên rengan û rengdêran hene li romanê, ji vê hêlê ve zengîn e.
Mînak:
çîkspî
Çîlqerkaş
çîlspî
çîlsor (min nebihîstîye)
12- Peyva “Heçku” ji Omer Dilsoz kêmtir hatîye bikaranîn.
13- Hin bikaranînên balkêş.
Firmesk 105
Nexweşnêrgeh 105
Lap 84
Êmekê mabûn 192
Seyare 215
Li gel
Di gel
Fêza, serfêza, binfêza…
Guncan 63
Meriv 106
Mirov 193
Jûr
Seyr, aloz, sosret, xerîb, ‘ecêb,
Ez tê fikirîm 42
Ez î xêşim bûm 45
Ez çûm ku çi herim 48
Çûyîn bûbû ew çûyîn 148
A wê bitenê sal u nîvekî ajotibû 120
Du mehên havînê tijî bûbûn 91
Tu pê re raketî 112
Û li kirên xwe werqilîn 172
Gava ku ez li kirên xwe difikirim 91
Dihate bîra min vî kirê wî çi qasî kudand 167
No
Xak 180
Mekêşîne
ENCAM
Zimanekî Komfederal
Ji berhemên Şener Ozmen yên pêşî heya yên dawî xwedîyê kesayîyeke kurmancî ye; vê kesayîyê qet naguherîne, bi îstiqrar û bi rik didomîne. Nivîskar, bi teşeyeke postmodern a anarşîst, bi kurdîyeke dewlemend a kaotîk dinivîse û ji çîroka romanê bêtir zanyarîya XWE ya hûnerê dide pêş û gelek caran “patînajên artîstîk” dike.
Kurdî birîye Amerîqayê an Amêrîqa anîye kurdî; an jî her du tişt bi hev re kirine?
Her çi qasî mekana bûyerên vê romanê Amerîqa jî be û her çi qasî nivîskar gelek navên kesan deran, alavan bi ingilîzî nivîsîbin jî, heremîya li komdevokên romanê neçûye Amerîqayê. Nola “doğan gorunumlî şahîn”an bi tenê xwîyang bûye Amerîqanî, rihê romanê “heremkî” maye û nola “girara qereçîyan” gelek rengan dicivîne. Çikû zimanê romanê bi piranî kurmancîyeke devokî(gundî) hatîye nivîsîn, ne bi kurmancîyeke bajarî(civakî). Nola mirov bixwaze bi tembûrê(mînor e) “hard rock” an jî “rock and roll” bike.
Ji bo min gelek berhemên wan analîz kirîne, bi rehetî dikarim bibêjim; zimanê Bextîyar Elî ne bi qasî çaryeka Şener Ozmen xwirt e. Mînak: hejmara peyvan, hejmara lêkeran, hejmara rengdêran, raveksazî, hevoksazî. Bextîyar Elî bi zimanekî qels, romanên balkêş dinivîse, çikû ew “roman çi dixwaze?” wê dike. Gelek caran peyvan, hevokan, rengdêran bare dike û barekirinê ji şorê derbixe jî serê gavê, bi kêfa xwe rîtîma li metnê nakulîne. Yanî herikîna hişê xwe nake “savara qereçîyan” her tiştê hatine serê qelemê nanivîse. Çikû nivîskarîya xwe nade pêş, bi tenê li lehengên romanê û li bûyer û tevnê konsantre dibe. Şener ne wisa ye; ew her tim dixwaze bi hevokên xwe akrobasîyan bike, peyvên li ferhenga xwe bi kar bîne. Dike jî. Lêbelê ew akrobasî bala mirov tarûmar dike û konsantrasyonê “tot” dike. Romanên Şener Ozmen dişibine “serpme kahvaltîyan” yanî li ser masê her tişt, her team heye lê mirov “çavtêr lê dilbirçî” ji wê masê radibe. Bextîyar bi nanekî tisî rihê mirov bi melodîyekê re têr dike. Ma ne wilo ye, nan û pîvazên mirov li çîyê bixwe ji “sofreya Xelîl Brahîm” ne bi lezettir e?