·206 syf.··Beğendi
···Okunma: 26 Haziran 2025 10:52 Lİ DÛ BİHUŞTA BERZE
“Heke em mehkûmê zemanekî bin, zeman jî mehkûmê mekanekê ye.” 186
Çîroka Profesorekî ketî duv folklora efsaneyên dîrokê û Sofî Omer. Profesorekî dêya wî Pûr Xanim (Colemergî) û bavê wî Kanî Beg (Cizîrî); profesorekî li Zurîha Swîsrê hatî dinyayê, li wê derê çûyî zanîngehê û piştre, “bo bernameyeke nava zanîngehan tê Amedê, careke din paşve venagere-73” . Çîroka Profesor Mîrza:
“,agahî ji Mîrza re tê, KU dayika wî, bi mêrekî Alman re diçe, bavê wî dide dû jineke Fransiz. 74”.
“…rojekê nameyek ji welatê biyanî jê re tê KU dibêje; dayika te miriye bila hayê te jê hebe.” 74
Û û û
“Jîyana Profesor Mirza hatibû û li gotina “heçku” asê mabû.”
Û û û
“Hûû Eşimm Wihû! Tûşî Papa! Ho Şaturna!”
Û kutekuta dilê wî li ser bêndera şevê gêre dikir. -175
Çîrokeke enteresan, balkêş lêbelê em ê ne li ser tevna çîrokê û teşeya vegotina romanê rawestin, bêtir behsa kesayîya zimanê li romanê bikin.
“Êdî qîma dilê wî bi Çİ gotinan nedihat û sebra wî bi ÇU tiştî nedihat. Dinya lê hatibû hev..heçku. Dîsa dihat û diçû xwe li “heçkê heçkuyê” asê dikir. Her tişt jê re bi qasî “heçkuyekê” dûr, bi qasî “heçkuyekê” jî nêzîk bû.” 227
1- Êdî qîma dilê wî bi Çİ gotinan nedihat û sebra wî bi ÇU tiştî nedihat.
2- Dinya lê hatibû hev..heçku.
3- Dîsa dihat û diçû xwe li “heçkê heçkuyê” asê dikir.
4- Her tişt jê re bi qasî “heçkuyekê” dûr, bi qasî “heçkuyekê” jî nêzîk bû.”
Ev çar hevokên li pey hev “kesayîya zimanê li romanê” nîşanî me dide lêbelê dîsa jî em li tevahîya romanê binêrin.
1- .. Duxalîzm (cotxalîzm)
Tişta li romanê herî ewil bala mirov dikêşe, bikaranîna xalbendîyan e. Ji bo li romana nivîskar a bi navê 4 Kotra 4 Çela bala min kêşabû, bi teybetî min bala xwe da bikaranîna xalbendîyan. Ji vê hêlê ve vegûherîneke darîçav xwe dide xwîyandin. Anarşîya xalbendîyan a l i romana 4 Kotra 4 Çela li vê romanê hinekî rawestîyaye. Pirbûna xalebangan, enflasyona kevanekan û sê xalên li pêş û paş hevokan û di nav kevanekan de, li vê romanê hatine asta neyînîyê lêbelê .. duxalî bi awayekî balkêş hatîye bikaranîn.
Xalbendî çekek e li destê nivîskar- belkî jî bombe an fûze- Yanî baş werine bikaranîn, xalbendî dikarin metnê biparezin, wateyan zelal bikin; xweş neyêne bikaranîn jî dikarin herikbarîya metnê bikujin. Mixabin li edebîyata kurdî xalbendî ji emilandina hevokan zêdetir ji bo xemilandînê têne bikaranîn; Nivîskar ji dewla bi peyvan heyecanê û aksionê bidine metnê dixwazin bi xalbendîyan pêk bînin; loma ev çeka nivîsînê gelek caran ji kordînatên xwe derdikeve.
..
Wateya du xalên li rex hev (cotxal) ên li dawîya hevokê ev e; hevok ne qedîyaye ne jî didome; bi vegotineke din, hevok hem qedîyaye hem jî neqedîyaye. Ne weke xalekê hevokê diqedîne û ne weke sê xalan xwîyanga “mijar didomê” dide hevokê. Yanî navberek e; . /.. /… hişê xwendeyan di navberê de dihêle. Yanî bi kurtayî psîkolojîya dudilîyê ye.
Çendek mînak:
“Çi îşe te di wan kavilan de.. kavil… vil vil.. ka.. kavil.. ka û kavil.. “180
“He he he.. “ 118
“Ha ha ha..” 180
;û hem bi jîyanê re! Pehû! Hoo çivvv! Êqîn.. 23
Paşê.. Na. Na naaa. 25
2- Vegoterîya xwedayî heye li romanê lêbelê gelek caran “xweda” dikeve astengîyê, sereleheng dike vegoter û vegoter dibeje ez û min.
gote xwe 117-131, 177-177-182-183-187-198-219
xwe bi xwe got 107
ji xwe re got 117
di dilê xwe de got 117-197
wî digote xwe, 162
min di dilê xwe de got 165
digote xwe 204
di dilê xwe de gote xwe, 215
di dilê xwe de got… lê ev gotina xwe neda der 200 (çendek caran heye)
Paşe di ber xwe de gote xwe, eve kî xwe bi qûna min dikene.39
Carinan ji bo komek kesan (pirjimar) jî bi kar tîne, nola ew civak kesek be wisa vegoterîyê bi devê wan dike.
wan gote xwe 121
wan digot, “… … ”
3- HEÇKU
Ji bo haya nivîskar heye “heçku”yên di asta acizkerîyê de ne, li vê romanê hejmara HEÇKUyan kêm bûye. Li romanê 158 caran HEÇKU hatîye bikaranîn. Gelek caran bi hin awayên din hatîye bypass kirin.
Mînak:
Tu dibêjî qey -135
Te digot qey -108-139
4- DAÇEKÊN ŞİBANDİNÊ
Nola her nivîskarî daçekên şibandinê (teşbîh) 376 caran bi gelek cûreyan hatine bikaranîn.. Bi piranî “mîna” hatîye tercîhkirin.
mîna 244 caran
Wekî 59
Wek 50
Mînanî 11
Weke 3
Wekî ku 2
Eyn mîna 2
Eynî mîna 2
Mîna ku 1
fenanî 1
5- KU
Li gorî gelek berheman zaf kêmtir KU hatiye bikaranîn (ji berhemên xwe yê berê jî kêmtir). Mînak, bîst caran li pişt peyva “gava”yê KU nîne lê carekê jî heye.
gava ku 198
Li hin rûpelan zêde dibin.
Mînak: Li rûpel 235ê 9 ku, 3 mîna, ligelek û sîberek heye.
6- SÎTAVK
Sîtavk 45-178-178 Li gelek deran ev di metna romanê de dixwîye. Nivîskar ji vê peyvê hez dike- nola sîberê-
Sîtavk çi ye? Tava ketî sîyê, bi gotineke din tîrêjên tavê di navbera pelên darê re dikevine ser sîyê, an jî di qulan re dikevinde ser sîyê. Mimkûn e, nivîskar ji derên navber hez dike loma zêde bikar tîne.
7- Jİ NÎŞKÊ(A) VE
Li romanê ne gelek jî be, bi du versionan hatîye bikaranîn.
Mînak:
ji nîşkA ve 26-28-65-108
ji nîşkÊ ve 45-76-130-181
8- KU/KÊ/KÎ (cînavka pirsê)
Carinan li heman hevokê, carinan li heman rûpelê gelek versionên vê cînavka pirsê hene.
Mînak:
Eve tu ji KÎ ve tê, bi KÎ ve diçî 46, qonaxa te KÊ derê ye 46
tu bi KÛ ve diçî? 51
ez li KÊ derê me 43
ji kû bînin? 79
tu ji KU ve tê 144
Warê şahmaranê li KÊ derê ye?
Tu niha diçî KU?...berê te bi KÊ ve ye?168
tu ber bi KÊ derê ve diçî? 168
Bi KÊ ve diçî 169
Herim KU 171
Li KU yî? 174
…Ji KÊ derê ve nas dike 178
Em ji ku hatine ku dê 7
Li KÊ derê (5) li KÎ derê (1)186
9- PEYVÊN TEKNÎKÎ
Ji bo serelehengê romanê profesor e, mirov li bendê ye gelek peyvên teknîkî hebin li romanê; lêbelê profesor ji peyvîn û fikirîna teknîkî zêdetir, heremkî û devokî dipeyive. Li romanê 2 peyv hene yên bi beşa profesor re eleqedar. Ev her du peyv gelek caran hatine bikaranîn.
Mînak:
“kuçeberê tevşik ê obdîsyen” 165
“Xencera opdisyen” 171
*** Şaşîyeke teknîkî bûye, “Obsidiyen” li romanê bûye “obdîsyen” û “opdisyen”
Peyva “Rolyef” gelek caran hatîye bikaranîn.
10- BERZE
Ji bol i navê romanê peyva peyva “berze” heye, me li bikaranîna peyva “berze” mêzand.
Mînak:
şaristanîya berze 152
dinyaya berze 152
kerewkekî berze 168
warê berze 214
şaristaniyeke berz û berze 8
bihûşta berz û berze 160
(Berze, li romanên nivîskar ên berê de jî zaf hene.)
11- DUBLEKİRİN
Li romanê carinan peyvên hemwate bi hev re hatine bikaranîn.
Mînak:
hest û hîs pê dikir 152
mezin û gewre 152
“Xwezî min ne WİHA lê WİSA bikira”170
Ew çi ye bi serê kepê/pozê te ve 195
12- GEL, LİGEL, Lİ GEL, DİGEL
Nivîskar her caran daçeka ligel tercîh kirîye, daçeka “bi…re” bi kar neanîye. Yanî herem tercîh kirîye (an jî ji bîra xwe)
Nivîskar, daçeka (!) LİGEL bi gelek versionan bi kar anîye.
Mînak:
li rûpelekê 3 caran “ligel” heye carekê “li gel” (30)
Li rûpelekê hem digel hem jî ligel hene (42)
Wa! Te çi gel min heye?
Min çi gel te nîn e. 213
Ligel 10-19-22-26-30-35 43-54-114-156-176
Digel 55-175
ligel ku 76-102-121-124
Ligel vê dilberandina gel xwe, 45
Yek dane GEL wî 34
Li gel 78-81-95-157
…nasnava wî GEL belgeyan jê re anîn 166
13- KEN
Kenekî sar 77
Bişirîneke nerm 69-198
Kenekî zêde negerm 17
Bi kenîn VE gotibûyê 27
Kenîna xwe ya germ û ew qasî jî kovî, awirek dilbijok berdabû çavên wê 28
Kenekî qelew ê tijîdev kiribû.162
14- AWİR û KÛTAN
awirekî sar 77
awirên pirsker 198
awirên şaşwaz 198
awirên xwe kutan ser xwendekaran 20
çavên xwe kutabûn nav çavên şagirtan 21
xwe dikuta nav çavên dilê wî 158
dehna xwe ser şagirtan qerisan, na na, belkî cerisand 22
çavên xwe pelixandin, miçiqandin, beq kirin; bel kirin, gurç kirin, qumç kirin; çi nemabû çavên xwe pîj bike. 39
çavê neynikê 53
15- NÎN E
“Çi HEYE çi NÎN E” 42
em yêd êkudu nîn in. 49
Ez wisa nabêjim lê ez nabêjim wisa jî nîn e.124
ev giring nîn e. 123
Ev der gorî te nîn in! 98
Umre te jî gelek biçûn nîn e. 47
Wisa hesan nîn e 68
zêde destfireh nîn e 68
Tiştekî baş nîn e 100
Li kurmancî
suçê min nîne- benim suçum yok (NÎNBÛN)
ne suçê min e- benim suçum değil (BÛN)
Li hin hereman
suçê min nîne- benim suçum yok
suçê min nîne- benim suçum değil
16- DUDİLÎ
Nivîskar, carcaran di navbera devok, herem û bikaranînan de di rewşeke dudilîyê de maye
Mînak:
29 4 welê 4 wisa hene.
103: 2 caran “divêt” 2 caran “divê”
neku 190 ne ku 191
, ne ku li benda tiştekî WEHA nebû 78 neku WİSA nefikirî 78
Çi heye çi nîn e, çu evdê xwedê pê nizane. 42
Ji wan gotinên wî TU kesî ÇU TİŞTEK fam nekiribe 6
“ma Çİ di vê de heye?”
“Erê, belkî jî ÇU tişt di vê de nîn e.”192
17- HİN MİJARÊN DİN
Hin nîşe ji romanê yên mirov dikare di derheqê wan de gelek tiştan bibêje (baş an nebaş)
--Prof. dema dihizire dersên etimolojîyê dide xwendeyan.
Mînak:
r.107 çeHv, çeŞm
…hinekî hişÊN wî tên serî 143
HişÊN wî hatin serî. 155
EzmanAN 101
Nexwe çawaye? 195
Mane 194
Ê û bê! 192
…ez ê paşê zîvirîbamave 183
,hema bêje tebeqa serî mîna ku bo demekê wek gom,
…ew bi çil û çar pêlîskan ser keftin û derkeftin odeyeke fireh .132
Vewijartibû 119
takî tenê 197
Her mirî di rastiyê de nemiriye.123
, an jî dixwest wisa nîşan bidin KU profesor wisa têgihiştîye KU ew wisa têdigihin. 122
û ji tirsê –bêmane- Dİ xwe DE dimîze.
tu tiştek tune 124
wê derê mîna dergehî bû 127
Rîxa hirçê an gûyê gurgan
Di yek kêlîyê de 149
Jinik çend caran Bİ DORÊN WÎ ketibû 170
Profesor Mîrza, mîna masîlokeke hûrik a di zikê masîyeke mezin a di ûrê hûtekî hizimet de,149
, tijî kulma xwe mewîj û qaqilên findiqan kirin û berdan zike xwe. 154
Profesorê sergerdan, profesorê mey ê sergerdan 57
Şahmaran :” bextê we çu nîn e,” 143
Mêşa hingivînî ji bîr ve dike-144
Xasma 141
Bal û dehn 5, dehn û bal 55
A herî mezin 133*
Û bizavên heçkuheyî û çawalêhato 133(mîzah)
Gamasî 136
, li “tayma” kurdan nihêrt.174
Qandî 42
Metirsî 108
Mar bi min venadin. 180
BO vê hizira xwe qasî mûyekî jî xemgîn nebû 152
Evro 6
Binêr 172
Esmanan 172
Qonaxa duyê 173*
, havîn û zivistanan gelekî JÊK dûr dibû (…)
Wirê
Sîtavk 165-166-
Ji xwe re hin pêdawistî hilgirtin 181
dema KU 207
Mane normal 193
Bîreweriyên werkîno 203
Paşeroj/dahata 203
siberoj 145
stêrk diketin tenûra ezmanê cawîdan 159
,li ser vî baskî, ku pêşberî geliyê Xanê ye emanetî hembêza axa sar dikin.160
,li ser vî baskê li pêşberî geliyê Xanê, emanetî hembêza axa sar dikin.
demodest 142
bêt 125
xwe vewijartibû 119
çiçkek 105
tarîka şeva kor 87
wextên neberwext 65
darên fêqî.. 65
bivêt 47
ne ku 142
neku 95
heku 104
heko 44
da ku 46
bal û dehna xwe dibin 5
Bajêr ker bû.9
Takî tenê 194
Çu tiştek 170
Çi kes bi jiyana xwe memnûn nebû, 171
çu carê 31-31
Tu dibêjî qey 13-13-13
Bêhna rêyan 29
xizîna HERÎ MEZİN* dil e 50
Bela xwe di me daye 125
Bêhneke sar 169
xasma 9-9-14-38
Xirê xwe 61
Jin gava bi mêran re ganê dike
MEke 11
Hebit ku 15
Binêr 20
Tatêl 37
Mar stêrk 232
Û bi semtika ji derazînka nawêskê jêlel ketibû. 59
Vedigeriya serî serî 78
Diçû ava û dîsa DİHİLATEVE 77
Zû bête ba min77
berçavkÊN xwe rast kirin 17
dilê wî xweş xweş lê spî nedibûn19
Dilê jinê Dİ wî DE heye 26
Axaftineke qelew 33
Bi carekê DE 39
Qûtîk avête alîyê piştÊ erebê 53
Jinik bi dorÊN wî dikeve 40
Çûne Selal. (hevokeke kin)
ENCAM
Romaneke mirov hem dikare ji gelek hêlan ve pesnê wê bide û hem jî dikare ji hin hêlên zimên ve rexne bike.
Hêza xeyalkirina nivîskar xwirt e; wêrekîyek û jîrbûnek heye li romanê lê aksion kêm e. Nivîskar, di demeke kin de dikare gelek romanan binivîse lêbelê û mixabin ji çendanîyê wêdetir çawanîya berhemanjî mûhîm e. Xwezî nivîskar xwe bi devoka xwe grênedin û asoya xwe ya zimên ne zêde teng bikin ne jî nekine “harman” kombinasyonên zimanan nekin; û ji bo civakîkirina zimên (hevberkirin, yekberkirin, berhevkirin, hevhevkirin, pevhevkirin) bixebitin.
bi pirsîstemîyan hevberbûna zimanan(civakîbûn) ne mimkûn e.
Li vê romanê gelek gavên pozîtîv têne dîtin; mînak, ji dewla “xweşiktirîn “a soranî “a herî xweşik”a kurmancî hatîye tercîhkirin. Li piranîya romanê zimanekî birêkûpêk heye- ji bilî çendek tercîhên nivîskar ên li li dijî sosyalîzasyona zimên. Mînak, dema nabêje “ev ne girîng e” û dibêje “ev giring nîn e.” 123 dusîstemîyê dipareze. Rast e ev bikaranîn jî hey eli hin hereman lêbelê em mecbûr in sîstema herî birêkjûpêk bi kar bînin. Mînak, em dibêjin “narazim” ti caran nabêjin “ranazim” lêbelê ji bo civakîbûna zimên dema dinivîsin dibêjin
“ ranazim”
Ji bo kesayîya zimanê nivîskar baş nas dikim, bi rehetî dikarim bibêjim; felsefeya zimanê nivîskar wisa ye; dixwaze bibe hafizaya herema xwe. Ji hêlekê ve hewce ye jî, lêbelê pêdivîya zimanê me gelekî bi “civakîbûna zimên” jî heye.