LAP û LAP
Pêparê Biharê
“Piştî wextekî jî kete xeweke kûr, belkî jî ji xwe va çû, kî çi zane. Çaxa hişyar bû, ez ê salix û silûxên wî yên teze bidime we, lê herge sibê qetla xwe neke hustiyê xwe.”72
“… Ne xewn bû, kapûs bû, kapûs, hazak jî kapûs. Of êş kete serê min. Min dîsa li salonê razaye, Xwedê Hilde û daynene.” 72
“Ma vir e qey, min tovê wan her du lawên xwe di gel Tory Blackê li odeyeke nexweşxaneyê neavêtiye?” 99
Dema mirov vê berhema çîrokan a bergreş û 101 rûpel (hejmara rûpelan balkêş e) dixwîne rastî hîkayetên ji kêlî-enstantaneyên gûndewarî pêkhatî yên bê kompozîsyon û bê gramer, rastî daweşandina ferhenga jîyana gûndewarî ya xwezayî û ekolojîk, rastî lêkerên jibîrbûyî ên bi tenê li heremekê hatî bikaranîn û niha pêdivî bi wan neyî (mînak: çot êdî bi gayan nayêkirin) li gorî bilevkirinê hatî nivîsîn tê. Nivîskar, bala xwe ji tevn û vegotina hîkayetan bêtir daye zimanê herema xwe û bi her awayî heremîbûn xistîye navenda berhema xwe. Nola ji dengê gundîyan çîrok qeyd kiribin û transkrîpsiona wan kiribe, wisa bi vegotineke “devokî” nivîsîye. Yanî, çi qasî bi ser ketîye nizanim lê li gorî zimanê axaftinê hatiye nivîsîn. Gotinên pêşîyan, biwêj, zom, puş, quloz, kanî, bayê felekê û û û…
Ziman zindî ne; nola bedena mirov hin hucreyên wan dimrin û ji hucreyên nû re cih vedikin. Bi demê re hin peyv wenda dibin ji hafiza mirovan “delete” dibin. Mînak, peyvên nola gîsin, mêlheb, destar, meşk, ji literatûra gûndan jî derketine, êdî û cih dane peyvên nola traktor, romork, dîzel, klîma, otomatîk û gelek peyvên tîktokî yên dijîtal û “dij î tal”. Mimkûn e nivîskar xwestibe nostaljîyekê bike, xwestibe wî zimanê li zarokayîya li hişê xwe nivîsî, ji dapîr an bapîr gûhdarî kirî, neyê wendakirin, li qeydûquytan bimîne.
Hin nîşeyên vê xwendinê yên ji bo bingeha krîtîkkirinê (rexne)
1- LAP
Nivîskar gelek caran ji bo vîzyona xwe ya edebîyata bi “zimanê heremkî” zor daye pênivîska xwe û îmaj pêk anîye. Gelek peyv beloq kirine, gelek hevok werimandine, binê wan dagirtîye. Mînak: LAP
, lomanî min xwe LAP berneda 99
, boyneta lela we LAP ji star nekeve. 98
Dilê min jî LAP dişewitî, 98
, me wextekî LAP î dirêj dêris kir 96
Hê jî dilê wî LAP î zerb hildikute boyneta dîtina gixikên we. 96
Niha ciyê wê LAP sar e 95
, ez î ji vê yekê LAP î piştrast im, 95
Wê rojê LAP hêrsa min hatibû, 93
Ez LAP pê bawer im… 92
, dizên me jî LAP zêde ne 92
LAP lê kir, 92
, çimik merî li camêr LAP ewle nabe, 91
, ew jî Lap dola bavê xwe ye, 91
Nadirî merivekî LAP î kubar e 90
Eyşana evsenê jî LAP ser diçe car û baran ha. 80
Tu LAP bîrehişî bûyî, 76
Dilê min LAP zêde bêriya wê dike 74
Serê wî LAP lê giran bûbû 70
, li sifetê erdê LAP geriyabû, 70
, wekî gewrî lê zuha buye, LAP qirçiqiye. 69
,loma cam hê LAP ji kirasê neynikan derneketibû ji hundir va.68
Dilê wî LAP bi zerb hildikuta. 67
, lê kalê hê LAP e li ser xwe ye, 61
,bi qaydeyekî LAP î kaw û kubar, 60
, ez bi teqline LAP î giran dikevim seyr û sefera heyatê 60
, ez LAP ne mîtanî wana me. 59
Ava çêm êdî LAP mirçiqîye. Kolemişk gişk ji zû va ye TEP bûne 53
û tehereke LAP î rihet rihkingê xwe teslîmî Recaîlê kule kir.49
Piştî bihurîna wextekî neyî LAP î zêde lê nihêriye 47
, birayê wî yî mezin dihanî pê şîva ew LAP dikuta. 46
Ji kavil û kelefeyan jî LAP ditirsim. 45
Şivan LAP î kal e 42
rabûn û rûniştina min LAP giran bûye 39
Êdî LAP kêm xeber dide 38
Berê ez î LAP serwaxt bûm, 37
Wê rojê min LAP serê xwe li serê êşand, 37
Yê LAP di ber xwe bikeve.37
Rî û simbêl LAP dirêj bûne 36
, mey ê kêfa xwe LAP kok xweyî bikira. 35
Dilê min Î dilan LAP hildikute 35
Vê axiriyê LAP jar bûye 35
Gundî LAP ji vê yekê aciz e 34
LAP ji star ketîye ew jî. 34
Wekî ez jî LAP çûme ser ta û bayên wî, 32
Êdî LAP pê derdixim, wekî kaltî bi şikl û şemaleke LAP î eşkere… 31
, bêhna min LAP çikiya, 29
, bi dengekî LAP î nizm 25
Hê LAP xwe lê negirtiye 24
Dergehine LAP î mezin 24
, bi dengekî LAP î fesal 20
Esman LAP dibe 15
Gihayê partan êdî LAP hişk bûye, 11
…
2- ŞİBANDİN
Ji bo nivîskar gelek tasvîr nekirine, daçekên şibandinê jî bi hejmareke afakî bi kar neanîye normal hatine bikaranîn. Herî zêde “mîna û wekî” hene li metnê; lê kêm caran jî, wek, nolî, eyn wek, mînanî jî hatine bikaranîn.
3- Jİ NÎŞKÊ VA
Kêmzêde li her rûpelê em rastî “ji nîşkê va” tên. Nizanim, “ji nîşkê ve” bi devoka kîjan heremê ye lêbelê dizanim li edebîyatê bûye moda. Nivîskar jî ev moda şopandîye.
4- DUDİLÎ/HEVNEGİRTİN
şeytîn 35-64, şeytan 89
Esman 15, Esmîn 17-25
Iy ja 87, Dey ja 62, De îja 63,
tek û tenê 31, tektenê 32
çaxa ku 23, wan çaxana 36
zom 53, zome 53
Şûşeya pencerê 67,şuşe 68, cam 68
5- SENTAKS
Her çi qasî nivîskar gelekî xwestibe zimanê heremê zindî nîşe bike jî, gelek caran ji bo “ sukseya zimanê edebîyatê” ev vîzyona xwe binpê kirîye.
MÎNAK:
“…Xwedê îmana te Kamil bike.” dibêje jînik. “Tu’b Xwedê kî,tê rûnî. “ dibêje kalê, lê Şikran rûnane. 55
“Patron berda min!” 77
6- ÇEHV
Bêparê Biharê-Mem Zînistanî(Edîtor:Rizgar Elegez) ÇEHV
Hikayeta Terzîyekî-Rizgar Elegez(Edîtor: Mem Zînistanî) ÇEV
Balkêş e du berhemên nivîskarên wan edîtorîya hev kirin û ji heremekê lêbelê li peyva ÇAV
du devokên jev cê. ÇEV û ÇEHV
MÎNAK:
Çehvên me dikevine çehvên hev 38
çehvên xwe dikute erdê 19
Çehvên wî ketin çehvên xezalê 67
Çehvên xwe kutane camê 68
7- RENGDÊRA RÊZANDİNÊ
Li berhemê ji soranî fantezi nehatîye kirin. Tevgereke gelekî pozîtîv e.
MÎNAK:
Cara duduyan 82
Çixareya sisêyan 69
8- HİN NÎŞEYÊN DİN
Şemoşewlo 88
çûçkanok 60
hûrkanok 60
kawekaw 60
wihakî 39 -74-99
Wisakî 11
Lomanî 36-99
Hetanî 24
Werkîno 74-84
Gişk ( ecêb zêde hatîye bikaranîn)
hêcarê
çaxa 35
wextê 32
boyneta 59
Di gel 13 (li devoka serhedê?)
Boyna (li her rûpelê heye)
Boyneta 90
Sosret 18-19(li devoka serhedê?)
Şûşeya pencereyê 21
BO Rizgar Elegez
Êja 14
Dey ja 62
De îja, pîrê, bes e, da! 63
Merî 23
Seba ku 56
Herge 52
Yalîkî 36
Heçku 24 heçka ku 50 (li devoka serhedê balkêş e.)
Kenekî kaw 29
Çîçkekê 31
Zarekî virnî 48
Şûşeya pencerê 67
Noqî şuşeyê bû 68
Çehvên xwe kutane camê 68
Rûpel 51 go
Axiriya axirîn 73
Sosret 73
xof kete zikê wî 68
, qe nebe îşev Dİ xwe DA nemîztiye 72
Berê qe nebe mal vedijibart 75
hinekî malê vejibêrim 75
Barikem
Apî Tajdîn 79
Verût 80
Helbe 81
Ew î tûrqul î bêkêr 83
Belapêjgarî 87
Iy ja çito zîrç, 87
Zikkingê xwe pê têr dikim 87
Biherime diyarekî dinê 89
Bi sed telaqî 99
, gujeguja bayê mihuzat, disivsive
, li hev digobilîne, berev esmîn va quloz dike 12
, paşê li ber -bayê avê dikevin, soxîn di ro da diçin.12
Tesele bûbû 13, betave bûbû, 12
Çaxa bobelîsk di gel zibilê çolê di hêsiya ra diqulibe,13
, wekî pîrê mîna caranî Dİ xwe DA mîstiye 62
min ji xwe derxist 46
Zemên pê kuta ser wî, 40
ENCAM
Demeke dirêj li ser transkrîpsîyonên klaman xebitîme, min bi gelek Serhedîyan re hevaltî kirîye, bi wan re jîyame (li inşaatan) bi teybetî zimanê li vê berhemê li min xerîb hat. Nizanim belkî nivîskar zêde beloq kirîye ji bo bixe çavên xwendeyan, ji bo bibêje “devoka serhedê wiha ye”. Helbet karên “qeyt û qut”an jî mûhîm in, ji bo hin peyv+în nemirin, wenda nebin, ji vê hêlê ve mirov dikare teqdîr bike lêbelê mirov konsantre nabe ji hêla kompozîsyona li hîkayetan û “zimanê edebî” ve krîtîka vê berhemê bike û rexne bike. Belkî jî sêhra edebîyata nivîskî jî ew e; edebîyat “zimanê bajarî “ ye. Belkî jî ji bo wê ye, xwendina çîrokên nivîsbêjan naşibe gûhdarîkirina çîrokan a ji dengê çîrokbêjan.
Hewce ye êdî “Tradisyona çîroknûsîya kurdî” ji gûndewarîyê derkeve bajêr û divê endamên qada edebîyata kurmancî li ser hin mijaran serê xwe biêşînin
ji heremê ber bi cîhanê ve AN Ji cîhanê ber bi heremê ve?