LAP û LAP
Pêparê Biharê
“Piştî wextekî jî kete xeweke kûr, belkî jî ji xwe va çû, kî çi zane. Çaxa hişyar bû, ez ê salix û silûxên wî yên teze bidime we, lê herge sibê qetla xwe neke hustiyê xwe.”72
“… Ne xewn bû, kapûs bû, kapûs, hazak jî kapûs. Of êş kete serê min. Min dîsa li salonê razaye, Xwedê Hilde û daynene.” 72
“Ma vir e qey, min tovê wan her du lawên xwe di gel Tory Blackê li odeyeke nexweşxaneyê neavêtiye?” 99
Dema mirov vê berhema çîrokan a bergreş û 101 rûpel (hejmara rûpelan balkêş e) dixwîne rastî hîkayetên ji kêlî-enstantaneyên gûndewarî pêkhatî yên bê kompozîsyon û bê gramer, rastî daweşandina ferhenga jîyana gûndewarî ya xwezayî û ekolojîk, rastî lêkerên jibîrbûyî ên bi tenê li heremekê hatî bikaranîn û niha pêdivî bi wan neyî (mînak: çot êdî bi gayan nayêkirin) li gorî bilevkirinê hatî nivîsîn tê. Nivîskar, bala xwe ji tevn û vegotina hîkayetan bêtir daye zimanê herema xwe û bi her awayî heremîbûn xistîye navenda berhema xwe. Nola ji dengê gundîyan çîrok qeyd kiribin û transkrîpsiona wan kiribe, wisa bi vegotineke “devokî” nivîsîye. Yanî, çi qasî bi ser ketîye nizanim lê li gorî zimanê axaftinê hatiye nivîsîn. Gotinên pêşîyan, biwêj, zom, puş, quloz, kanî, bayê felekê û û û…
Ziman zindî ne; nola bedena mirov hin hucreyên wan dimrin û ji hucreyên nû re cih vedikin. Bi demê re hin peyv wenda dibin ji hafiza mirovan “delete” dibin. Mînak, peyvên nola gîsin, mêlheb, destar, meşk, ji literatûra gûndan jî derketine, êdî û cih dane peyvên nola traktor, romork, dîzel, klîma, otomatîk û gelek peyvên tîktokî yên dijîtal û “dij î tal”. Mimkûn e nivîskar xwestibe nostaljîyekê bike, xwestibe wî zimanê li zarokayîya li hişê xwe nivîsî, ji dapîr an bapîr gûhdarî kirî, neyê wendakirin, li qeydûquytan bimîne.
Hin nîşeyên vê xwendinê yên ji bo bingeha