Gelî gundî û cînarno! Ca berê xwe bidin vê kitêba pîroz. Hema çend rêzikan jî li ser nenivîsim ez ê tu xêrê ji xwendevaniya xwe nebînim, lew pîroz e, xenîmê çavan dibe.
Mem Zînistanî, ji Serhedê, ji Bazîda rengîn e û hembajariyê zimanê berhema xwe ye. Vê yekê îddîa dikim, di nav pirtûkên ku bi zimanekî herêmî ve hatine nivîsandin de, Bêzarên Dinyaligê pirtûka herî serkeftî ye! Çima li ser vê xalê radiwestim, lewra nivîsandina berheman a bi zimanê herêmî, di nav wêjeya kurdî de mijara nîqaşê ye. Hin wêjenas li dijî zimanê herêmî derdikevin û dibêjin ku berhemên bi vî rengî hatine nivîsandin tenê ji aliyê herêmekî ve têne xwendin û têgihiştin. Ango, nivîskar ji kîjan herêmî be, an jî bi zimanê kîjan herêmî ve nivîsîbe, tenê kesên ji wê herêmî dikarin berhema nivîskar bixwînin, herêmên dî ji vê yekê bêpar dimînin û berhem hîtabê hemî xwendevanên kurdî nake. Lê bi min ev berhema Mem, van gotinan pûç dike. Lewra ziman hewqas zelal û herikbar e, peyv, hevok û gotin hewqas bi têra xwe eşkere ne, wexta merî dixwîne ew herêmîbûn bi qasê serê derziyê jî merî aciz nake. Pêkanîna vê yekê, di nava vê nîqaşa "zimanê herêmî" de tiştekî ne hêsan e. Mala nivîskar hezar carî ava be ku ew jî ne nivîskarekî hêsan e.
Xaleke dî ya ku hêjayê pesindayînê ye, lehengên vê romanê ne. Di nava romanê de, leheng, heta tu bibêjî azad in. Azad û bêzar! Yezdan (nivîskar) xwe bi awayekî serkeftî vedişêre, bi ti şiklî midaxeleya lehengên xwe nake, ji dûrî ve sêra wan dike. Leheng jî bi têra dilê xwe bêzariya xwe ya dinyaligê tînin ziman, ango bi serê xwe û bi kêfa xwe ne.
Xala herî girîng, bêguman dawiya romanê ye. Nivîskar çiqas ber bi dawiyê ve çûye, hewqas werîsê xwe şidandiye, êdî loda bûyeran hew karibûye hilweşe! Nivîskar, teknîkeke wêjeya nûjen bikar anîye û wek lehengekî, di nava romanê de cih