Ev çend roj min newêribû devê wê vekim lewra barê berpirsiyariyê giran e bi rastî jî. Îro min ew carî kir tevlî tirs û kelecana dilê xwe. Êdî tevî xêr û gunehê xwe pirtûka xwendekarê xwe ye..
Dema kû mirov tişta nava xwede pirtûkekê de dibîne wisa dibe gelo? Ez dibêjim mirov xwe pirtûkekê de bibîne mirov çêtir tehmê ji wê pirtûkê distîne. Nava wan çîrokan de çîroka spêle, pir dîlê min de cih kir. Ew çîrok ji nava me de derketibûn. Ya rastî min zanî kû keyfa min ê pir jêre were lê min nizanî ezê xwe, wa çîrokê kurt lê jîyana wan dirêj re bikim heval. Hema hema hemû çîrokên vê pirtûkên de jî mirov xwe dibîne. Nivîskar wisa kirîye ku hûn bixwazin nexwazin hûn dikevin nava pirtûkê. Dema ku hûn spêleyê dixunin hûn jî dibin Nefel. Nefel çawe kû bîriya pîra xwe dike û nikare wê ji bîr bike, hûn jî bîriya mirovên jîyana we de cih kirî dikin. Dema kû hûn çîroka "Masıyên Li Peravê Dane" dixûnin hûn şahidî qedera dû kesên vê dinyaya derewîn de bêkes mayî dibin û hûn tiştekî din jî fehm dikin ew jî: "Tiştê hişê mirov de mirov dikujin." Dengê qîrîna gûndê Sîzor dikeve guhên we de. Hûn jî dawîyê de wekî Veger bêdeng dimînin û paşê nava dilê we jî dişewtînin ew mirinên lal. Û hûn çiroka "Du Çîrok û Mirineke Sêwi" de jî dibînin wa mirinen lal. Ya rastî jî mirin hercar bêdengin ka çima?
Vê pirtûkê tiştê berê anîn bîra min. Ez piçekî birim demên min bîr kirî û ez dikarim bêjîm nehişt ez hinekî tişta ji bîr bikim. Nava min piçekî êşand û ev pirtûk nizane perçekî min jê kir û kişand alî xwe ve, nizane nava wan çîrokên xwe de yekî de behsa min dike û demên berê tîne ber çavên min.
Tişta giringî ne ewe kû pirtûkek bikaribe nava xelkê bilerizîne. Hinek çîroka de ez şaş mam, hineka de dilê min şewitî, hineka de jî ez kenîyam. Ez pişti hinêki çîrokan de sekinîm û fikirîm.
Ya dawî ez dixwazim tiştekî din jî lê zêde bikim. Min nivîskar de tiştek fehm kir(Ez piçekî şerm dikim tawsîyeya bidim nivîskar çinku ez wê zanebûnîyê xwe de nabînim lê tişta min dîtî ez dixwazim bêjim.) Hevokê
SpêleRûbar Elî · Nubihar Yayınları · 202227 okunma