Puan vermedi·136 syf.····Okunma: 05 Temmuz 2025 20:14 HİKAYETA TERZÎYEKÎ û ÇEND TİŞTÊN DİN- Rizgar Elegez
“Spasî û qedirzanîn ji bo xwendin û pêşnîyarên wan nivîskar, şa’îr, akedemîsyen û edîbên behremend: Mem Zînistanî, Leyla Polat, Înan Eroglu û Ergîn Sertem (nota nivîskar)”
Ji bo ev berhem ji alîyê 4 edîtorên nivîskar, şa’îr, akedemîsyen û edîbên behremend ve (Mem Zînistanî, Leyla Polat, Înan Eroglu û Ergîn Sertem) hatîye xwendin, kontrolkirin, mirov hêvî dike li metneke birêkûpêk û edebî rast were.
Li sînemaya tirkî her tim karekterekî cê heye, yê bi devokekê dipeyive. Carinan ew karekter Laz e, hin caran Kurd e, carcaran Ermenî, an Rom, an Roman e… Ew kes bi zimanê hevpar napeyive, bi devoka herema xwe dipeyive. Bi vî awayî hem filîmê/rêzefilîmê zengîn û rengîn dikin hem jî îronî û mîzahê jî dixine nav mijarê û filîmî balkêştir dikin. Ji bo edebîyata kurdî bi piranî bi devokekê ye an jî bi kombînasyona devok û zaravayan e, “zimanekî civakî yê hevpar” pêk nehatîye û wisa dixwîye naye jî.
Li hûnera musîkê “mahalli sanatçî” hene. Ew hûnera musîkê bi awayekî heremî dikin, bi devok û folklora heremê li dawet û şahîyên heremê civakê mest dikin. Hin ji wan “mahalli sanatçî”yan xwe bi heremê nagirin û terza xwe digûherînin dibine hûnermendên civakî. Ev rewş bitenê li musîkê heye, li hûnerên din nola şano, sînema, resim û hwd nîne. Bi teybetî li edebîyatê “nivîskarên heremî” li dilê mirov xweş nayê.
Heremîbûna edebîyata kurdî, ne bi tenê bi karekteran sînordar e, bi awayeke kesayî ye û tişta herî mûhîm jî “heremîbûna vegotinê” ya bi “felsefeyeke heremî” ye. Ji bo ferhenga nivîskaran bi tenê têra gund û xwezayê dike an jî zimanê wan bi gundînîyê sînordar e li berhemên edebî giranîya pastoralîyê xwe darîçav dike. Bi teybetî jî li helbestkar û zimanê devokî û heremî û pastoralîzm ji bo nivîskarên Serhedî bûye felsefeyek. Mînak; li helbest û çîrokên wan aşopîyên lîrîzmê zaf kêm in, eger piçek lîrîzm hebe jî “lîrîzma pastoral” e. Hogeç, tewl, zom, siyar dibin, orxe dikin, qerpuzê zîn...
Lêbelê mijara vê nivîsa min ne ev e loma zêde berbelav nekim.
Ji bo zimanekî me yê hevpar û civakî pêk nehatîye, hîkayetbêjîya edebîyata kurdî bi giranî ji hêla kompozîsyon, vegotin û zimên ve vasat maye an jî di bin vasatîyê de… Kêm berhem hene yên ji wasatîyê bûrîn lê ew hejmar jî ji qada helbest û romanên kurdî kêmtir e. Yanî bi zimanekî heremî ti nivîskar nikare xîtabî gelê xwe bike. (hewce ye edebîyat xîtabî cîhane bike)
Eger em vê berhemê û berhema Pilingekî Li Hewselê ya Lokman Ayebe an jî bi berhema Katib û Kuçik’a Ulku Bingol miqayese bikin (her sê berhem jî ji weşanxaneya Avesta hatine çapkirin) û li cêbûn û hevparîyên wan binêrin wê mijara “civakîbûna zimên” baştir were famkirin.
Berhem, heya rûpela 89an ji hikayetan zêdetir, hin enstantaneyên jîyanê yên pastarol bê kompozîsyon, fon û ritm hatine vegotin û nivîskar bi vê vegotinê bala xwe ji hîkayetê bêtir daye zimên, daye zimanê heremê û devoka heremê. Gelek caran hevparîyek li zimanê heremê jî pêk neanîye loma bi gelek versionan xwestîye zimanê xwe dewlemend bide xwîyandin. Tu dibêjî qey nivîskar bi zimanekî hîkayet nenivîsîne, bi hîkayetan zimanek nivîsîye; yanî devokîbûn û heremîbûn bûye armanca nivîskar a sereke.
Piştre, ji rûpela 89an pê de, dema hîkayetên gundînî diqedin û beşa hîkayetên bajarî ên “ortaya karişik” “bajarname” bi devoka nola bajarkî (şehrimsi) a bi entelîjasyonî dest pê dike û hişê xwendeyan bi peyvên nola sosret, xwîner-89, duyem-94, sîtavk-133, tarîgewrî-133 gej dike. Hişê xwende di nav gelek navê kesan û navên mekanan da tê tevizandin. Piştre nivîskar dibêje: “Gelo bi devê kê diaxivî?” 91 û bi devê dilê xwe dinivîse. Piştre Italo Calvino, “le citta invisibili”; Proust “a la recherche du temps perdu” û “cogito ergo sum”, “scribo ergo sum”104… heya “Cinên Girnewas”99 em di nav hevokan de dibînin. Ew qasî “ortaya karişik” dibin, hîkayetên hîkayetan. Û helbet zeman negûhere jî ziman piçekî digûhere. “Meriv” dibe “mirov “-117; “çêv” dibe “çav”-90 û “xwendevan û bîner”-90 û careke din em rastî “nîşkê va” nayên. Piştî “mîna” û “wekî”yan (heya vê beşê me bi tenê her du daçekên şibandinê yên li her rûpelê kêmzêde 6 caran û hema-hema bi qasî hev hatî bikaranîn xwendibûn.) rastî “weke”, “fena” û “nolanî” yan jî tên. Û piçekî gotinên klaman û piçekî zimanê helbestê… Nîşe û not û nîşenot…
Ka em bi hev re bi hin hevokan li zimanê berhemê binêrin
Mînak: 1
", îja Elmecîd Beg, Xalis Beg hersal diçûne nava wana li Şengalê, li wir vana hespên 'Ereb didane wana, evana Ezdî bûne, îja ewana jî dihatine nava vana, li hev dipirsîn." 102
-van-wan
-vana-wana
-evana-ewana
Mînak: 2
“Heçî Miheme bû lap desteng bû, carê li ciyekî bi heqdestê xwe dixebitî, caran kar kar jî bi dest nediketin. Miheme wextekî gazête hildidan, li qehwe û çarşiyan digeriya û difirot. Miheme zewicî bû, ji Susanê kur û qîzekî wî hebû. Lê kurik jê ra mezin nebû û mir, qîzik jî navê wê Edûl bû.” 82
-lap
-gazête hildidan
-carê…, caran…
-kur û qîzekî wî hebû.(qîz nêr hatîye tewandin)
-kurik jê ra mezin nebû
Mînak: 3
“Kenekî ecêb î bêteşe dîsa pê girt, meriva qey digot lap di wî kenê xwe de bi ser fikreke ecêb a nepenî va bûye, lê gava kekê min ahakî got, wî gedengî qul tune bû xwe têxê, hanzûka va di pişt kamyonê ra fizirand û windabû çû. “ 50
- lap
- ahakî
- meriva qey digot
- î ya bêzayend a li dewsa ê,a, ên tê bikaranîn.
Mînak: 4
“Wê gavê Nizo di bin çevan re geh li wî geh li min dinihêrî, te digot saweke ecêb di kenên wî yên dînane de hebûn, kesî pê nizanîbû gelo ka ew ken piştî wê damayiya wî ya di îşê seetçî de bû ku mîna hişyarbûnekî bû yan jî gede nîşkê va li me derket yan reng û rûçikê Tajdo bû, ku ew pêla dînane li wî rakir, insan xwe tê dernedixist ka wê gavê di xeyalê wî da çi diqewimî.” 58
- “sawEKe ecêb di kenên wî yên dînane de hebûN” (yekjimarî/ pirjimarî)
- Kenên dînane (li çîrokeke din jî heye/êşa şuhretê û bayê dîn 73)
- ku
- nîşkê va
Mînak: 5
“Defçî Zoro şev nîvê şevê dikûtê defê” 120
*** Ev hevok ji bo sentaksa kurmancî mînakeke baş e. Çikû wateyên “dikûtê defê” û “defê dikûtê” jev cê ne. Çikû lêkera kûtanê bi du wateyan tê bikaranîn û tişta her du wateyan jev cê dike sentaks e.
HİN MÎNAKÊN DİN
1- “Gava ku ji Kenan çend dilop hêsiran xwe di çavên wê da dida der, meriva li wî rûyê wê yî soromoro dimêyzand, meriv bixwe jî êdî li ber şêmika girînê bû.” 77
2 -“,merî qey digot deng ji wan biriyaye lap ciyê xwe da nedilepitîn,” 55
3 -“Ji derva ew sendelî û maseyên WALGERİYAYÎ şikestî û lihevketî gişk dihatine XUYAN.” 81
Dema em bi baldarî li zimanê berhemê binêrin em ê rastî gelek mijarên zimên werin ên em karibin li ser wan mijaran biponijin û gengeşîyan bikin. Ez ê bi tenê mînakan bidim û ez ê wan şîrove nekim.
1- TE QEY DİGOT
Mînak:
Te qey digot 14-56-56-56-56-61-1
Min qey digot 22-57-79
Merî qey digot 55-60
Meriva qey digot 47-50-59-60-61-73-73
Te digo qey 57
Tu dibêjî qey min sêva sor şandîye pey te! 51
Qey bibêjî 61
Qey dibêm 18-74
Te digo 77
Te digot saweke ecêb di kenên wî yên dînane da hebûn 58
, te digo boxeyê derbiharê ye, 55
Te digot heft kiras qetandin 61
Te digot av taziye 62
, herkesî qey digot63
2- Heman peyv carinan nêr û carinan jî mê hatîye tewandin.
Mînak: Wext, çax
Wî çaxÎ 26-78-79 wê çaxê 79 (li heman rûpelê her du zayend hene 79)
Wî çaxî 94-118
Wê çaxê 92
Wê çaxa havînê 118
Wextekî 82
WextA 20-80 mê
Wextekî 20-21-33 nêr
rojekî 83
3- Li hin hevokan pêşdaçek hatine bikaranîn lê gelek caran jî pêşdaçek nehatine nivîsîn.
Mînak:
di…da û …da
Derbarê wan DA 90
Di destpêkê DA 90
“Tu û sê çar hevalên xwe VA, we ode kirê kiribû, bo tê DA çendekî dersa xwe bixwînin.94
“Wexta xwe DA li Stenbolê xwendibû.” 94
“Hovanes zehf karê xwe DA bi peşk û tore bû” 19
Hin caran jî daçek ketine nav daçekan.
“Dİ min Bİ xwe DA mêlek hebû ji bo kenê wê yî dînane, lê saweke nenas xwe Dİ min DA jî diçinand.” 76
Nivîskar daçeka Dİ…DA bi awayekî gelekî zêde hatîye bikaranîn
Li rûpela 94an li paragrafekê 4 caran Dİ…DA hene
4- Nivîskar, bi bikaranîna sê waryantên devokî hevokên kaotîk nivîsîne û bi xalbendîya ' hin tîpên erebî (‘E) li elfaya kurmancî zêde kirîne.
Mînak:
", îja Elmecîd Beg, Xalis Beg hersal diçûne nava wana li Şengalê, li wir vana hespên 'Ereb didane wana, evana Ezdî bûne, îja ewana jî dihatine nava vana, li hev dipirsîn." 102
-van-wan
-vana-wana
-evana-ewana
5- Li her rûpelê kêmzêde 6-7 KU hene.
Mînak:
“, êdî ketibû hişê wî KU a li wê derê bona wî bajarê KU cî li xwe fireh dikir tiştekî ahakî lazim e.
Ya KU ez ê behs bikim der barê jinekê da ye, ya KU êşeke wê hebû.”73
6- lap
Mînak:
, mêrikî LAP hatibû ser.
Navê Tahirê Loqantecî bibû navekî LAP e naskirî û 85
, ew jî di cî da ye ku meriv bêje LAP tima bû.
Ji wê jinikê nihêriye LAP nas kiriye 132
, merivên li wê derê lap dikire bin hukmê xwe.
7- Nivîskar kêm caran berê xwe daye soranî û tirkî
, mîna sîseke ku ZÛTİRÎN wextê DA li ber bayê belav bibe. 86
û li Tahirê Loqantecî yê am î tam ketiye. 86
el sozî xerman tozî 87
8- Daçeka şibandinê
nivîskar heya rûpela 89an bi tenê mîna û wekî bi kar anîye (li her rûpelê kêmzêde 4-5); lê piştî rûpela 89an versîonên din jî bi kar anîne.
Li rûpela 14an 5 mîna, 4 wekî, 7 ku, çirayek, çirrayek û “te qey digot” ek
Li rûpela 17an- 4 mîna 4 wekî
Mînanî 29-31-66-73-75-77-87
8- Her çi qasî bi zimanê herema Serhedê nivîsî be jî, em dibînin li herema serhedê jî version zaf in.
Mînak:
ja
îja 53-75-95
lê ja 95
day ‘ja 59
îcar 58-62-80
xwu 53 Ew viciniqî ser xwe, 56
Esmîn 106- 33
Esman 92
Esmên 104
Esmanan 119 -80
Wan
wana
Ewana 91
9- çev
Mînak:
Çavê merîva 20
çavên kalemêr 30
Çevê merîv 38
Çevê xwe 42
çevê kekê min 43
Çevên hev 43
Serçevê xwe şûşt 44
, wî mîna gayekî box çevên xwe kutana îskana çayê,
Hisik çevên xwe ji çevên Geşo revandin 54
Ser çeve min
"Hisik çevên xwe ji çevên Geşo revandin û lê zêde kir:" 54
Kekê min çevên xwe kutana wî 56
, çevên me ketine hev lê wî zû çevên xwe revandin. 58
Ser çeve min! 59
10- da
Mînak:
Kurro eva perê me nade DA! 53
, ew î nevîyê axçîkê DA! 51
"-Ev me'siyên Balix Golê ne da!" 48
11- egle
Mînak:
zehf egle bû 21
min ê xwe egle bikira 24
em hinekî egle bûn 48
Nadirî xwe egle dikir 45
Kekê min piçekî egle bû 50
12-n Hin mînakên din ên mirov dikare ji bo zimên bike mijar.
Mînak:
"berxaca mînîbesê 38 "
SimbêlA xwe 119
Salnameya bêsal 89
Yêd diçine 94
êşa şuhretê û bayê dîn 73
Waha 83
temîz dikir 83
Hemû 81
Esman 79
Teyrikê cinetê
Bo 15
Êpêce 78
Tu car xaşî nedît 81
Salnameya bêsal-89
Cinet 97
Wirê 15
Dengê bayê tê 80 (zayend)
Diranên devê wî 17(mantiq)
Herdik 16
Meriva 17
Rokî 19-21
Êpêce mezin 21
Waha 90
Walgeriya 96
Derva 91
Nîşkê va 21-22-26-44-45-49-58-61-78
Yek wucûdek 33
Serşivan 41
Meherin 43-43
Zareke qîzîn 37
Jinika genc 37
Virka, vira 42
Brangê min 52
Îlam 33
Rojêd 23
Mişteriyêd wî 21
Seva 23 (li berhema editor seba)
Şîr difirote bajêr 49 (absûrt)
Û tîbûna xwe kenaşt 44
, elk jî bi wê nikare elk!
Hisik çilp baz da çû 54
dengê wî kete dîwaran 58
ji wan ra 75
dahat 52
xatircem 53
,tu xatircem be! 53
Mîna hespa tor 76
Mala wana 74
Kînga 73
Qijîna wê tev li bayê dibû 73
Hespê wî av nexwar qey? 27
Kalekî din ê sercûcik î lepmezin 31
, şiltax diavêtin hinekan am î tam. 34
Tek tû meriv dihatin 25
Dengekî vêl 55
Dojeh 73
Bayekî sert 73
Di wexta xwe da 65
Îş û şuxul 63
Dengê wî kete dîwaran 58
Li gel bêhna rûn 58
Birangê min 59
Hol hola wî bû 59
Seva 59
Xûn 59
Îlam ku 30
Herge 30
Şeytîn 60
Îşiqa camê 61
Wê jinikê 66
69 16 ku 5 wekî 1 mîna
‘esreke teng teng e,61
Bi dengekî vêl kirmijî 55
Kefîlê te KÊ ye 105
Hespê nabîne 106
Elo xwe ji hespê avêt 110
Karî başqa bikî 107
Meherin! 126
Heyneyse 129
Çavên dil 133
Pîî, ça’ jî qûna xwe şûştiye daniye ser pûngê!
- Ne min ê ne te yê, ça’ jî bêminet e, tu dibê tirrek e ji qûnê derketiye. 75
“yekî kurt î qalim î şalkurt ê kuskî 39
Ew kitêba ku vira jî qeyd û zept dike 93
zarekî hupiz ê ku dibe bi bavê xwe ra hatibû meydanê 39
Nizo dîsa ecêb ecêb li çevê wî dinihêrî 61
Paşê ku ew sir ‘eyan bû ew destxetên ku hinekan digot ku…71
, wî merivî hanzûka va fîncan danîn, 60
,wê li zarên xwe û yên Şuhretê tev sahibetî dikir. 77
Ew kesê ku çîroka wî di binê hîkayetan da maye 105 hevok e an ravek e?
Çi hiştin ji ferhenga xwe ya bê nivîs?108
, kalemêrekî ku gopalê wî di bin salên wî de tewiyayî 113
Zeman çemek e dikişe di zimanê devê mirov DA 117
Motora wî hebûya hûn traktor bixwînin117
ENCAM
“Ro firî bû, her sê siyên me yên berê ziha bibûn. “61
“Bajar di xewa xwe de dibîne xewna xwe ya xeyalî, pistîna li ser kaxizên bê huruf, bajar hene mîna kalekî heştê salî, hûn êdî tu şopeke xortiya wî li rûyê wî peyda nakin, lê bajar hebûne wekî keçên xama şûşe û almastî, şuşter, tu şêniyî bîr nebirîye kavilîya pîrî, xewna di xewnê da.” 133
Ev her du mînak “zimanê edebî” nîşanî me didin; du mînakên baş in. Ji bo nivîskarê vê berhemê hem helbestkar e hem jî akedemîsyen e, mirov hêvîya “estetîkê” ji hevokan dike. Min ji van her du hevokan zaf hez kir. Çima? Çikû nivîskar li van hevokan bala xwe ya li devok û heremê daye ser estetîzma wateyê û vegotinê. Bi teybetî sempatîyeke min li şexsîyeta nivîskarê berhemê heye loma min gelek xwest empatîyê pê re bikim û vê eşqa heremê ya ketî ser eşqa hûnera wî fam bikim.
Zimanê axaftinê û zimanê nivîsînê jev gelekî ne cê ne; lêbelê ji bo li zimanê axaftinê zindî ye û pêre-pêre redaksion lê nabe û bê xalbendî ye, mimkûn e mirov hin kêmayîyan/şaşîyan bike. Li zimanê axaftinê hin bikaranînên kêm têne tolerekirin. Zimanê nivîsînê ne wisa ye; mirov dikare li ser hevokan bixebite an jî bi alîkarîyê hin kesên din kontrol bike, paqij, sererast, xweş û zelaltir bike. Nivîsîn, eger bi zimanekî hevpar (civakî) bûbe sosyalîzasyon û populerbûna wî zimanî geş dibe, ala wî zimanî bilindtir dibe.
Berî 20 salan me gengêşîya “çîrok û hîkayetê” kiribû lêbelê piştre “hîkayet” li qada edebîyatê nehate pejirandin loma hê jî ji hîkayetan re çîrok tê gotin. Yanî hîkayet(oyku) û çîrok(masal) li kurdî yek têne qebûlkirin. Hewce ye em bûyerên hatî jîyîn an jî mimkûn e bêne jîyîn (hîkayet) û bûyerên efsaneyî yên jîyîna wan dûrî hiş (masal) ji hev cê bikin. Ev berhem ji bo peyva “hîkayetê” li edebîyata kurdî cih bigre gaveke baş e.
Bajarê Bazid, Cizîr û Farqîn xwedîyê çandeke teybet in, loma çanda bajarî û zimanê van ê bajarî dewlemend e. Nivîskar xwestîye vê çandê bike nav qeydan de ji bo wenda nebin. Bi armanceke paqij û ji dil û dilsozî nivîsîye. Belkî jî hewce ye hin kes ji bo qeyd û quytên heremê bixine nav rêzikên berhemên edebî de. Ji vê hêlê ve mirov dikare takdîr bike lê em dîsa jî hay ji “mûhîmîya geşkirina zimanê hevpar” hebin; em mecbûr in ji bo civakîkirina kurdî bixebitin, fedakarîyan bikin; çikû em dizanin eger ziman hevber û HEVPAR nebe ne mimkûn e bibe xwedîyê edebîyateke bi xwende.
Bi xwendin û analîza vê berhemê ez fêrî gelek kêmayîyên xwe û zimanê xwe bûm; min bala xwe da gelek mijarên heya îro min bala xwe nedayî wan; loma min gelek sûd jê wergirt.