Gönderi

Mela Ehmedê Namî armanca wî pêşketina jinên Kurd bû
Helbestvanê Kurd Mela Ehmedê Namî yek ji stûnên helbesta resen li Rojavayê Kurdistanê bû. Namî di hemû helbest û berhemên xwe de, hewl dida gelê xwe bi pêş ve bibe, zimanê wî geş bike û keç û jinên wî azad û xwende bike da gelê Kurd jî cihê xwe di nav rêza gelên pêşketî yên cîhanê de bigire. Namî êş û janên gelê xwe baş nas kiribû û digot: “Dibistanan bi lez çêkin, hepisxanan bikin wêran. Nemaze xwendinê pir kin, ji bo me her ev in derman.” Lewma jî Namî di wê dema dijwar de, xwendin, parastina zimanê kurdî û bi taybetî pêşketina keç û jinên Kurd ji xwe re kiribû armanc. Di nîveka yekem a sedsala borî de, li gundê Tilşeîra Aşîta ku dikeve rojhilatê bajarê Qamişloyê dibistaneke keçan bi saya Namî hate vekirin. Keçên Kurd di wê dibistanê de fêrî xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî dibûn. Berî dest bi xwendina xwe ya rojane bikin, şagirtên keç sirûdeke Namî digotin û paşê dest bi xwendinê dikirin. Ev sirûd bi navê (Neşîd û Gaziya Keçan) di dîwana Namî ya (Daxwazname)yê de cih digire, beşek jê wiha ye: Birayên delal hûn werin xortino Buhuşte welat da`m herin merdino Eger hûn neyên vane keç em meşîn Besin koletî serfiraz da`m bijîn Welat çav li rê bendewarê me ye Ciwan herne pêş dewr û dem ya weye Eger hûn neyên, vane keç em meşîn Besin koletî serfiraz da`m bijîn Bibin yek bilez xort û keç da`m herin Ji bo serxwebûnê bi ceng û mirin Eger hûn neyên vane keç em meşîn Besin koletî serfiraz da`m bijîn Keçim, nû gihame, dixwazim xebat Me canê ciwan daye gorî welat Eger hûn neyên vane keç em meşîn Besin koletî serfiraz da`m bijîn Dilê me ji pola ye gurçik hesin Ji bo tol û doza welat em besin Eger hûn neyên vane keç em meşîn Besin koletî serfiraz da`m bijîn Ji namî me zanî ko em bibne yek Dijîn serbilind al û ol û serek Eger hûn neyên vane keç em meşîn Besin koletî serfiraz da`m bijîn Ahmet NamiAhmet Nami
Kurdî
··
458 Gösterim
Yorumlar
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.