Gönderi

Mîrê Alfabeya Kurdî: Celadet Elî Bedirxan
Puan vermedi·93 syf.··
2025 101. kitabı
·
3 günde okudu
·
Okunma: 31 Ağustos 2025 09:56
"Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen." (36) Helbest û nivîsên vê pirtûkê ji kovara Hawarê hatine berhevkirin. Bi minasebeta vê pirtûkê em ê bi kurtasî behsa jînenîgarîya Celadet Elî Bedirxan bikin. Rewşenbîr, sîyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd Celadet Bedirxan, kurê Elî Bedirxanê endamê Cemîyeta Tealî ya Kurd û nebîyê mîrê Botan ê dawiyê Mîr Bedirxan, di sala 1893yan de li Stenbolê ji dayik bûye. Beriya Celadet were dinyayê, malbata Bedirxanîyan ji aliyê dewleta osmanî ve sirgûnê Stenbolê dibin û vegera li Kurdistanê li wan tê qedexekirin. Her çiqas ji welatê xwe dûr bin jî Elî Bedirxan zarokên xwe bi awayekî kurdewar mezin dike, ji wan re mamosteyan digire ji ber ku ji çanda bav û kalên xwe dûr nekevin, yek ji wan mamosteyan jî Hecî Qadirê Koyî ye. Celadet, di temenekî biçûk de zimanên biyanî hîn dibe û li amûrên mûzîkê dixe. Dîsa di temenekî biçûk de dest bi rojnamevaniyê dike û di rojnameya Serbestî de dixebite ku ev rojname yekemîn rojnameya rojane û ya herî temendirêj e ku bi rêvebirîya kurdekî namdar Mewlanzade Rifat ve hatiye weşandin. Celadet, ji bo xwendina bilind bi tevê birayê xwe Kamûran Bedirxan diçe Almanyayê. Demekî li wir dimîne, piştre ji bo damezrandina rêxistina Xoybûnê derbasê Şamê dibe. Di sala 1927an de Celadet Bedirxan, Memdûh Selîm Beg û gelek pêşengên kurd bi hev re, li Libnanê rêxistina Xoybûnê ava dikin û Celadet wek serokê rêxistinê tê hilbijartin. Mixabin ji ber ku serhildana li çiyayê Agirîyê têk diçe, Xoybûn jî belav dibe. Piştî vê bûyerê Celadet Bedirxan dev ji sîyasetê berdide û biryar dide ku êdî ji bo ziman û çanda kurdî xebatan bike. Hê dema li Almanyayê ye fikra derxistina alfabeyeke kurdî ya bi tîpên latînî di hişê wî de ye, piştî ku derbasê Şamê dibe êdî dixwaze vî xeyalê xwe pêk bîne. Piştî çend ceribandinan alfabeyeke kurdî û bi tîpên latînî ava dike ku ev alfabe ji 31 tîpan pêk tê. Piştî çêkirina alfabeyeke nû, di 15ê Gulana 1932yan de Celadet, kovareke bi navê Hawarê derdixe. Ev, yekem kovar e ku bi tîpên latînî tê weşandin. Kovara Hawarê heta sala 1943yan weşana xwe didomîne û li ser hev 57 hejmar dertê. Gelek navên girîng di vê kovarê de dinivîsin, ji wan çend nav: Qedrîcan, Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Cîgerxwîn, Rewşen Bedirxan... Kovara Hawarê di dîroka zimanê kurdî de xwediyê qonaxekî ye û wek ekol hatiye binavkirin, îro jî dema behsa wê tê kirin, wek ekola Hawarê tê bilêvkirin. Lewra ew bi rastî jî ekolek bû, bi saya wê kurd di demeke nêz de hînî alfabeya nû ya tîpên latînî bûn û xwendin û nivîsandina kurdî ya bi tîpên latînî bi xêra wê di nav kurdan de belav bû. Kesên di vê kovarê de dinivîsîn ji xeynî kurdî zimanên din jî dizanin, ji ber wê ji gelek zimanên biyanî nivîs ji bo kurdî têne wergerandin û di Hawarê de têne weşandin. Celadet Bedirxan bi xwe jî ji xeynî kurdî heft zimanên din jî dizane û ji van zimanan nivîsên cur bi cur dike milkê kurdî bi rêya kovarê. Sê sal piştî derxistina kovara Hawarê, di 1935an de Celadet Bedirxan bi keça dotmama xwe Rewşen Bedirxan re dizewice. Ji vê zewacê keçeke wan bi navê Sînemxan û kurekê wan bi navê Cemşîd çêdibin. Cemşîd Bedirxan di sala 1999an de diçe ber rehma Xwedê, lê keça wan Sînemxan Bedirxan hê jî li heyatê ye û niha li Hewlêrê dijî. Celadet Bedirxan di sala 1951î de koça dawî dike û li pey xwe mîrateyeke xurt û qewîn dihêle. Termê wî li Şamê, li cem yê kalikê wî Mîr Bedirxan tê veşartin. Celadet Bedirxan, ji xeynî kovara Hawarê, kovar û pirtûkên din jî derxistiye û ji bo rêzimaneke kurdî xebat kiriye, ferheng amade kiriye. Di serî de Celadet Bedirxan û piştre gelek endamên malbata Bedirxanîyan hemû emrê xwe di oxira kurdayetiyê de dane. Em gelek tiştan deyndarê wan in û îro jî dewlet serê wan alfabeyeke aîdê me kurdan heye ku em pê derdê xwe dinivîsin û bi cîhanê didin zanîn. Keda wan ti carî nayê jibîrkirin. Bi hurmet û mineteke bê dawî...
 Were DotmamCeladet Alî Bedirxan · Avesta Yayınları · 201472 okunma
··
737 Gösterim
1 Yorum
Lütfen giriş yapınız.