"Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen." (36)
Helbest û nivîsên vê pirtûkê ji kovara Hawarê hatine berhevkirin. Bi minasebeta vê pirtûkê em ê bi kurtasî behsa jînenîgarîya Celadet Elî Bedirxan bikin.
Rewşenbîr, sîyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd Celadet Bedirxan, kurê Elî Bedirxanê endamê Cemîyeta Tealî ya Kurd û nebîyê mîrê Botan ê dawiyê Mîr Bedirxan, di sala 1893yan de li Stenbolê ji dayik bûye. Beriya Celadet were dinyayê, malbata Bedirxanîyan ji aliyê dewleta osmanî ve sirgûnê Stenbolê dibin û vegera li Kurdistanê li wan tê qedexekirin. Her çiqas ji welatê xwe dûr bin jî Elî Bedirxan zarokên xwe bi awayekî kurdewar mezin dike, ji wan re mamosteyan digire ji ber ku ji çanda bav û kalên xwe dûr nekevin, yek ji wan mamosteyan jî Hecî Qadirê Koyî ye.
Celadet, di temenekî biçûk de zimanên biyanî hîn dibe û li amûrên mûzîkê dixe. Dîsa di temenekî biçûk de dest bi rojnamevaniyê dike û di rojnameya Serbestî de dixebite ku ev rojname yekemîn rojnameya rojane û ya herî temendirêj e ku bi rêvebirîya kurdekî namdar Mewlanzade Rifat ve hatiye weşandin.
Celadet, ji bo xwendina bilind bi tevê birayê xwe Kamûran Bedirxan diçe Almanyayê. Demekî li wir dimîne, piştre ji bo damezrandina rêxistina Xoybûnê derbasê Şamê dibe. Di sala 1927an de Celadet Bedirxan, Memdûh Selîm Beg û gelek pêşengên kurd bi hev re, li Libnanê rêxistina Xoybûnê ava dikin û Celadet wek serokê rêxistinê tê hilbijartin. Mixabin ji ber ku serhildana li çiyayê Agirîyê têk diçe, Xoybûn jî belav dibe. Piştî vê bûyerê Celadet Bedirxan dev ji sîyasetê berdide û biryar dide ku êdî ji bo ziman û çanda kurdî xebatan bike. Hê dema li Almanyayê ye fikra derxistina alfabeyeke kurdî ya bi tîpên latînî di hişê wî de ye, piştî ku derbasê Şamê dibe êdî dixwaze vî xeyalê