Di nava civata me Kurdan da, meselokên kurt pir zêde ne. Bi xêraa meselokan, ekla gotinê xweş dibe û mirov bêhtir bi ber tiştan dikeve. Gelek awayên van meselokan hene. Carna mirov li hûnandina wan ecêbmayî dimîne, carna gotineka nav meselokê derbê li meseleyê dixe, carna mesele bermeqlûb dibe û weki kevirekî li nava serê mirovî dikeve. Ji aliyê naverokê va, mirov dikare meselokan bi gelek awayan bisenifîne. Di vê xebata berhevkariyê da, min mesele li gorî ehmeqi, baqilî, xweşxeberi, tirali, xiretkėşi, hincet û û keysê ji hev veqetandin.