Gönderi

Mamikên Botane
10/10
·119 syf.··
2025 23. kitabı
Zargotina Kurdî yên wekî çîr û çîrçîrok, stran û qewlêrk, qewl û destan dihatin gotin. Mamik jî yek ji van cureyan e û ji nava wan şêwazeka xweser a mamikê heye. Ji ber ku mamik karê êqil e, dema ku mirov bersiva mamikekê digere, divê mirov wê mamikê ji hev veçirîne û her peyveka mamikê di bîra xwe da bigerîne. Gava mirov li mamikan dimeyzîne, mirov rastî hiş û bawerîya gelî, kêf û şahî û fam û feraseta wî tê. Ji ber vê honandina mamikê divê gelek hostane be. Her mamik, bi denglêkirinê dest pê dike, li ser meselê hin mamik bi van denglêkirinan dest pê dikin, "Mamikê mino!", "Tiştekî min heye!" Carna ji bo qafiye xweştir bibe, peyveka din lê tê zêdekirin, li ser meselê, “Mamikê mino mamanî!" an jî "Tiştekî mino tiştanî!" Mamik, bêhtir ji aliye kesên zirek, çavbel, xwezanas û tîyatral va hatine gotin û van kesan hiş û bawerîyên gelî kirine nava gotinê. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje, mamik di heman demê da pêşketina asta zimanî û nêrîna gelî ya li ser jîyanê nîşanî me dike
1000Kitap
Mamikên BotanêMamiken Botane · Wordoz Yayınları · 20174 okunma
·
26 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.