Hema hema hemû lorî, ji alîyê dayikan va hatine derxistin. Mijara lorîyan, cihêrengî ye û lorî ne tenê ji bo dixewrakirina sebîyan tên hilberandin; bes di gelek loriyan da tê dîtin ku dayikên lorîbėj, bi xêra van kilamên zarokan, hest, raman, gazin û şîretên xwe jî, ji gedeyên xwe yên dergûşê ra dibêjin. Ji lew ra nabe ku lorî, hema tenê wekî cureyekî nezmî yê ku dayik bi wan, zarokên xwe aş dikin û dikin xewê bên hesibandin. Feydeyên girîng ên van lorîyan ku ji zarokên berşîr ra heye, çawa ku qabiliyeta zarokan a guhdarîkirina li muzîkê xurt ů zexm dikin, wisa jî dikin ku dayikên dilbikul, derdê dilê xwe jî der bikin û bi vî awayî li hemberî zorî û zehmetîyên jîyanê, derdê dilê xwe hêdî bikin.