Gönderi

Sinor
Sînorên mirova. Ev xal nîşan dide ku sînor ne tenê rêzikên hişk in, lê bi têkiliyên me yên bi kesên din re têne avakirin û xurtkirin. Sînor ji bo parastina xwe, tenduristiya derûnî û nirxên me girîng in. Derew sînorên di navbera mirovan de pûç dike û baweriyê ji holê radike. Derew, ferq nake mezin an biçûk be, wekî şikestina herî mezin a baweriyê tê dîtin. Li ser baweriyê derew, wekî êrîşeke li ser sînorên mirovî tê qebûlkirin û pê re hezkirin jî zirarê dibîne. Têkiliyên ku di nav wan de rêz tunebe, hergav di nav şer û pevçûnê de ne. Ji ber ku bêrêzî, rê nade ku mirov hestên hev fam bikin û bi hev re bigihîjin lihevhatinê. Rêz ji bo sînorên saxlem krîtîk e. Dema ku rêz hebe mirov daxwazên hev fêm dikim û sînorên hev bi aweyekî xwezayî qebûl diki.
Kurdî
·
439 Gösterim
2 Yorum
Dest xweş 👏
XOYBÛN
Gönderi Sahibi
Spas 🌸
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.